Bi berhemên xwe beşdarî mihrîcana hinaran bû

Dîmen Enwer bi texte berhemên dîzyana nava malê çêdike û bi berhemên xwe yên texte beşdarî Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebce bûye dibêje: “Reng, bi rengên jiyanê tên nasîn.”

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebce ku roja 30’ê Comtehê destpê kir, îro bi dawî dibe. Jin bi berhemên xwe yên xemalî û karên dest beşdar bûne. Dîmen Enwer yek ji wan jinane ku bi berhemên xwe yê karê dest ku ji texte çêdike başdarî bûye û bang li jinan ji rengên spî derbikevin û reng û reng bikar bînin.

Dîmen Enwer têkildarî berhemên xwe yên beşdarî mihrîcanê bûye ji ajansa me re axivî û got: “Ez berhamên karê dest li ser texte çêdikim û her yek ji wan rengê taybet heye û reng bi rengên jiyanê tên nasîn û berhemên min weke qûtiyan, nan gelek berhemên din ên bi texte di nava malê de tê danîne. Eve cara yekem li Kurdistan û Iraqê saetek bi hejmara Kurdî min çêkiriye.”

‘Bi derfetên xwe em karên xwe di medyaya dijîtal de didin nasîn’

Dîmen Enwer têkildarî şêwazê nasandina berheman wiha got: “Ez bi rêya derfetên medyaya dijîtal karê xwe didim nasîn û daxwaza min ewe ku hemû kes ji tiştên çavlêkirinê dûr bikevin û tişt ne wek hev bin. Berhmên min hemû kes dikarin li gorî dilê xwe bi karbînin. Her kes wek asankarî bi kartînin. Daxwaza min ji jinan ewe ku malên xwe reng û reng binexşînin.”