Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane zêde dibin
Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 391 û hejmara birîndaran jî bû 102 hezar û 347.
Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di 3 êrîşên ku Îsraîlê di 24 saetên dawî de li deverên curbecur ên Zîvala Xezayê pêk anîn de 17 kes jiyana xwe ji dest dan û 86 kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê pêk anî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 43 hezar û 391’an û hejmara birîndaran jî derket 102 hezar û 347’an. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bin xirbeyan û li kêleka rê de hêj mirî hene û tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
'Ev qirkirin e'
Raportora Taybet a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Francesca Albanese got: “Ji vê re nebêjin ‘şer’. Ev jenosîd e. Sedem ne girîng in. Na, niyeta vê yekê diyar e. Hevkariya dewletên din jî diyar e.
Daxuyaniya WHO
Nûnerê Filistînê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Rik Peeperkorn diyar kir ku ew texmîn dikin ku li Xezayê 12 hezar û 14 hezar nexweşên giran hewcedariya wan bi tehliyeya tibî heye. Peeperkorn destnîşan kir ku li Xezayê tehliyekirina tibî ya zêdeyî 100 nexweşan tê plankirin, Peeperkorn diyar kir ku ev nexweş di lîsteya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê de ne û pêwîst e destpêkê bên tehliyekirin.