Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 37 hezar û 266

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di şerê ku zêdeyî 8 meh berê dest pê kiribû de heta niha herî kêm 37 hezar û 266 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê 252 roj in didome. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir ve yên li ser Xezayê pêk tîne de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 37 hezar û 266.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de herî kêm 34 kes jiyana xwe ji dest dane, Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di şerê zêdeyî 8 mehan de 85 hezar û 102 kes birîndar bûne.