Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 262

Hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 262.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê yên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve dewam dikin de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin di êrîşên ku artêşa Îsraîlê yê di 24 saetên dawî li ser Zîvala Xezayê pêk anîn de 79 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 86 Filistînî jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin hejmara kesên ku li Xezayê di êrîşên ku berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dan bûye 34 hezar û 262 û hejmara birîndaran jî bûye 77 hezar û 229. Hat diyarkirin ku di bin kavilan de û li kêleka rê hê jî cenaze hene.