Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 480

Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zivala Xezayê hat kirin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan di 24 saetên dawî de 35 kes zêde bûn û derket 39 hezar û 489’an.

Navenda Nûçeyan - Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zivala Xezayê bênavber didomîne.

Di erişen ku arteşa İsraile ji 7’e Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zivala Xezayê pêk anî de di 24 saetên dawî de 35 kes zêde bûn û derket 39 hezar û 480’î. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe ya dawî da der barê êrîşên Îsraîlê yên 300 rojî yên li ser Zivala Xezayê da agahî da.

Di 24 saetên dawî de 35 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di topbaran artêşa Îsraîlê ya di 24 saetên dawî de 35 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 55 kes jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 39 hezar û 480 û hejmara birîndaran jî bûye 91 hezar û 128.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengiyên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin wan. Her wiha hat diyarkirin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in, hat parvekirin ku di encama êrîşan de 10 hezar Filistînî jî winda bûne.