Şandeya enternasyonalîst a dixwest derbasî Şengalê bibe hat astengkirin

Enternasyonalîstên ku xwestin di salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de biçin Şengalê, di têketina Til Aferê de ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatin astengkirin.

Şengal – Bi wesîleya salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gelek çalakî tên lidarxistin. Şandeyek ji Siwîsre, Almanya û Îtalyayê bi wê wesîleyê xwest çalakiyên ji bo fermanê bişopîne û berê xwe da Şengalê.

Şande dema gihişt Seytereya Kesk a Til Aferê li wir rastî astengiyan hat. Şandeyê bi dîmenekê da diyarkirin ku ew dixwazin li Şengalê projeyên xwe yên mirovî pêk bînin.

Şandeyê bang kir ku astengiyên li ber karên mirovî werin rakirin.