Hejmara jinên hatin binçavkirin derket 19’an
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve hat destpêkirin de jinek din jî hat binçavkirin. Hejmara binçavkirinan bû 19.
Êlih - Serdozgeriya Komarê ya Êlihê di lêpirsîna bi çarçoveya îdiaya “endamtiya rêxistinê” daye destpêkirin de derbarê 20 jinan de biryara binçavkirinê da. Bi biryarê re di 31’ê Gulanê de li navenda bajar û navçeyan di serdegirtina malan de siyasetmedar û aktîvîst jî di nav de 15 jin hatin binçavkirin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de 1’ê Hezîranê jî li Amed û Karsê aktivîstên TJA’yê Hacîre Tanirgan û Leyla Bayram hatin binçavkirin. Îro danê sibehê jî Şîrvan Goçer li Amedê di serdegirtina malan de hat binçavkirin.
Şîrvan Goçer anîn Midûriyeta Polîsan a Êlihê.