Hejmara 56’emîn a Kovara Jin derket

Hejmara 56’emîn a Kovara Jin bi berga "Ji bo civakeke demokratîk û azad nûnertiya wekhev " derket.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 56’emîn a Kovara Jin ku her hefte derdikeve pêşberî xwendevanên xwe, bi berga “Ji bo civakeke demokratîk û azad nûnertiya wekhev” derket. Di vê hejmarê de bal hat kişandin ser mafê temsîliyeta wekhev a jinan û jiyana azad û demokratîk a ku rêveberiyên xwecihî wê ji civakê re avabike.

Çîgdem Kiliçgûn Uçar a bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Dê bihar bê rêveberiyên herêmî" balkişand li ser pirsa "Xwe bi xwe rêveberîn çi ye û ev dikare bi kijan pergalê were honandin” neyînîtiya qeyûman vedibêje. Adalet Kaya, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Hevserokatî û veguherîna civakî” de bal dikşîne li ser çima divê hevserokatî hebe.

Gulnur Aksop, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Hemwelatiya wekhev, nûnertiya wekhev" de balkişand li ser kêmasiya kotayên ku partiyan di hilbijartinên herêmî de hatine veqetandin û bi taybetî balkişand li ser girîngiya nûnertiya wekhev a di avakirina qadên aîdê jinan de û başkirinên di civakê de. Denîz Jin, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Weke avakirina jiyana azad hevserokatî” de hevserokatiyê weke yek ji zemîneyên azadiya jin û mêran dest girt û di heman demê bal kişand ku hevserokatî di heman demê de ji feraset û pergala têkparêz xwe azad kirin e.

Karin Nansen, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji bo têkoşîna li dijî krîzên sîstematîk û guherîna civakî entegrasyona gelan” de da zanîn di nav sînorên neteweyî an jî tenê herêmî û xwecihî de têkoşîna li dijî qeyranê ne pêkan e, ev têkoşîn bi hevgirtinek navneteweyî re pêkan e. Alejandra Angriman, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Femînîzm ji bo yekbûna gelan piran ava dike” de rola femînîzme ya pêvajoya entegrasyona herêmî ji aliyê gelên Emerikayê de digre dest û baldikşîne li ser hêza femînîzmê ya bi avakirina piran yekkirina têkoşînê.