Hefteyek şûnde ji Armita Abbasî agahî hat girtin
Di serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhelat û Îranê bi pêşengiya jinan dest pê kir de gelek kes hatin girtin û qetilkirin. Di hefteya dawî de tu xeber ji Armîta Abbasî nehatibû girtin û hat îtirafkirin ku hatiye girtin.
Navenda Nûçeyan – Serhildana “Jin, jiyan, azadî” ku li Îran û Rojhelatê Kurdistanê piştî Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de ji ber îşkenceya polîsên exlaqê jiyana xwe ji dest da, destpê kiribû, didome. Gelek çalakvan û welatî tên girtin, çalakger tên qetilkirin û revandin. Li gel ku ev hefteyek e tu agahî ji Armîta Abbasî nayê girtin, dozgeriyê li xwe mikur hat ku ew duh hatiye girtin û wê birine girtîgehê.
Hat parvekirin ku di çalakiyan de Armîta Abbasî birîndar bûye û rakirin nexweşxaneyê, lê piştî nexweşxaneyê tu xeber jê nehatiye. Li ser lêgerîna malbat û xizmên Armîta Abbasî jî rayedar li ser vê yekê bêdeng man. Duh jî Serdozgeriya Komarê ya Alborzê, ragihand ku Armîta Abbasî girtî ye.
Serdozgeriyê nûçeya êrîşa zayendî derewand û diyar kir ku ew rakirine nexweşxaneyê û piştre hatiye girtin.
Her wiha hat hînbûn ku Armîta Abbasî ku bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal hat girtin, bi sûcên "çêkirin û avêtina molotofkokteylan", "li cîhana sîber weşandina naverokên provokatîf" û "teşwîqkirina serhildanê" tê sûcdarkirin.
Malbata Armîta Abbasî 8 roj in agahî jê nayê girtin û dozgeriyê jî îdia kir ku malbat agahdar bûye.