Hamasê 17 rehîne berdan, Îsraîlê jî 39 zarokên Filistînî serbest berdan

Di 3’yemîn roja peymana agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hemasê de, Hamasê 17 rehîne teslîmî Xaça Sor kirin û Îsraîlê jî 39 zarokên Filistînî yên girtî serbest berdan.

 

Navenda Nûçeyan –  Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di roja 3’yemîn a peymana agirbesta demkî di navbera Îsraîl û Hemasê da hat dayîn, hat diyarkirin ku 14 girtiyên Îsraîlî û 3 welatiyên biyanî yên li Zivala Xezayê ji aliyê Hamasê ve teslîmî Xaça Sor hatiye kirin. Hamasê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan 13 rehîneyên Îsraîlî, 1 Rûs û 3 Taylandî radestî Xaça Sor kirine.

39 zarokên Filistînî serbest hatin berdan

Hat ragihandin ku 39 zarokên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de ne hatin berdan. Zarokên êsîr ên ku li Şerîeya Rojava ya dagirkirî dijîn, bi otobuseke Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ji Girtîgeha Leşkerî ya Ofer a Îsraîlê derketin û ber bi Ramallahê ve çûn. Zarokên li Qudisa Rojhilat dijîn ji bo ku teslîmî malbatên wan bên kirin bi tevlêbûna polêsên Îsraîlê ji girtîgehê derketin. Hamasê ragihand ku hemwelatiyê Rûsî yê rehîn li ser hewldanên Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hatin berdan.

Di çarçoveya peymanê de heta niha 39 jin û zarokên Îsraîlî yên ji Zîvala Xezayê û 117 jin û zarokên Filistînî jî ji girtîgehên Îsraîlê hatine berdan.

Misir: Hejmara kamyonên alîkariyê yên ketine Xezeyê gihîşt 2 hezar û 56’an

Ji aliyê din ve Serokê Ajansa Ragihandina Çapemeniyê ya Misrê Ziya Reşvan der barê peymana li Xezayê de nirxandinên birîndarên ku bi kamyonên alîkariyê yên şandine Xezayê anîne Misrê kir. Ziya Reşvan diyar kir ku Misir ji bo Xezayê xebatên xwe yên gihandina alîkariyên mirovî didomîne û wiha got: "Îro 2 tankerên sotemeniyê û 2 tankerên xazê  bi tevahî 120 kamyon derbasî Xezayê bûn û bi kordînasyona Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistina Heyva Sor a Fîlîstînê, agahî parve kir ku ew ê biçin bakurê Xezayê."

Ziya Reşvan derbarê alîkariyên mirovî yên ku ji bo Xezayê hatine şandin de wiha got: “ Heta 25’ê Mijdarê 2 hezar û 675 ton malzemayê tibî, 9 hezar û 621 ton xurek, 7 hezar û 47 ton av, 82 çadir û hezar û 992 alîkariyên din ên mirovahî derbasî Zîvala Xezayê bûn.

Her wiha Ziya Reşvan diyar kir ku heta 25’ê Mijdarê 788 ton sotemenî ji bo Zîvala Xezayê hatiye şandin û hejmara kamyonên barkirî yên alîkariyên mirovî heta niha derbasî Xezayê bûne gihîştiye 2 hezar û 56’an. Ziya Reşvan diyar kir ku heta niha 353 Filistînî û 292 hevalên birîndaran ji bo dermankirinê derbasî Misirê bûne û 8 hezar û 514 welatiyên biyanî hezar û 256 welatiyên Misirê jî ji Xezayê hatine derxistin.

Binyamin Netanyahu: Armanca me ew e ku em bi hemû hêza xwe vegerin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di peyama xwe ya vîdyoyê ya ku li ser hesabê medyaya dijîtal a Serokwezîrê Îsraîlê hat weşandin de diyar kir ku bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bi telefonê axivî ye.

Binyamin Netanyah derbarê axaftina xwe ya bi Joe Biden re daxuyaniyek da, di daxuyeniyê de got ku li beramberî her 10 rehîneyên Îsarîlê yên ku Hemasê serbest berdê “ Navbera Mirovî” di vê çarçoveyek de derbarê dirêjkirina rojeke dîn "erênî" dît. Binyamin Netanyah got: Piştî ev çarçove bi dawî bibê ji bo hedefên xwe pêk bînindê  bi hemu hêza xwe vegerê”  Binyamin Netanyahu ji Serokê ABD’ê re ragihand ku ji bo ku Xeza venegere rewşa xwe ya berê û ji bo vegerandina girtiyên Îsraîlî hedefa wan Hemasê tune bikin."

Hamasê jî seatên êvarê ragihandibû ku ew hewl didin ‘’Navbera Mirovî’ ya di şerê bi Îsraîlê re dirêj bikin da ku zêdetir girtiyan serbest berdin.

Derbarê lihevhatina ‘ Navbera Mirovî’ ya 4 rojan 24’ Mijdarê seat 07.00 de ket meriyetê. Li gorî vê peymanê, di berdêla 50 girtiyên Îsraîlî yên di destê Hamasê de, 150 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de wê bên berdan. Di nava girtiyên ku dê bên berdan de ji her du aliyan jî jin û zarok hene.