Gulistan Kiliç Koçyigît: Dîrok dê berxwedana gel binivîse

Serokwekîla Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyigît bi boneya cejnê serdana Şaredariya Geverê kir û got: “Dîrok wê berxwedana gelê Gever û Colemêrgê binivisîne. Kesên zilm li xelkê me dikin helbet wê rojek bikevin çopa dîrokê.”

Navenda Nûçeyan - Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demoqrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û şandeya pê re bi boneya Cejna Qurbanê serdana Şaredariya Geverê kir. Parlamenter Huseyîn Olan û Omer Farûk Hulakî jî li gel Gulistan Kiliç Koyîgît di serdanê de amade bûn. Hevşaredarên Geverê Şoreş Dîrî û Şadiye Kirimizigul û encumenan şande pêşwazî kir.

‘Dê têkoşîna me bê navber berdewam bike’

Gulistan Kiliç Koçyîgît di serdanê de axivî û diyar kir ku di serdema ku desthilatdarî teng dibe êrişî kurdan dike û ev tişt got: “Desthilatdarî bi van êrişan dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd tune bike. Tu rewabûna tayînkirina qeyûman nîne. Ger ku em hemû rêxistinên sivîl û partiyên siyasî bibin yek û gel piştevaniya me bike, em ê rê li ber zilmê bigirin. Em ê her li ber qeyûm rabin û li ber xwe bidin. Heta ku qeyûm biçin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku Şaredariya Colemêrgê li gelê Colemêrgê bê vegerandin, wê têkoşîna me bênavber berdewam bike.”

‘Em ê teqez bi serbikevin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku ew ê li dijî desteserkirina îradeya gel li Stenbolê mitîngek mezin li dar bixin û ew ê di mitîngê de behsa zilma desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bikin û rê nedin desteserkirina îradeya gel û şaredariyên gel û wiha got: “Em ê bi van mitîngan bidin nîşandan ku çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Têkoşîn û berxwedana gelê Geverê û Colemêrgê her dem ji bo gelê kurd bûye mînak û rêber. Çi dibe bila bibe em ê teqez bi ser bikevin. Dîrok wê berxwedêran binivisîne. Dîrok wê berxwedana gelê Gever û Colemêrgê binivisîne. Kesên zilm li xelkê me dikin helbet wê rojek herin ser sergoyan. Bila gumana kesî jê nebe em ê li ber xwe bidin.”