‘Guherîna Zagona Rewşa Kesane wê mezhebgeriyê kur bike’

Çalakvana Mafê jinan Şilêr Abdulmecîd Reşîd diyarkir ku guherîna Zagona Rewşa Kesane dê jiyana jin û zarokan bixe metirsiyê û got: “Guherîna Zagona Rewşa Kesane wê mezhebgeriyê kur bike.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di 4’ê Tebaxê (2024) de li Parlamentoya Iraqê runiştina yekemîn û di 12’ê Îlonê de jî runiştina duyemîn ji bo guherîna Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hate kirin. Ger ev zagon were guherîn wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafê jin û zarokan wê hîn zêdetir were binpêkirin. Her wiha wê bi vê guherînê re di dema hevberdana jin û mêr de wê mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinê were standin. Bi guherîna vê zagonê re wê rê ji zewaca zaroka keç ya 9 salî û zarokê kur yê 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê re bê dayîn. Nerazîbûnên li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane her roja diçe zêdetir dibe.

‘Jiyana jin û zarokan dikeve metirsiyê’

Çalakvana mafê jinan Şilêr Abdulmecîd Reşîd diyarkir ku guherîna Zagona Rewşa Kesane ya hejmara 188’an ya sala 1959’an ya Iraqê dê jiyana jin û zarokan bixe metirisyê û wiha got: “Bi guherîna zagonê re wê mezhebgerî kur bibe. Wê jin ji mafê xwe yê dayîktî, civakî, xwendin û mafê jiyana bê par bimînin û jiyana zarokan wê bikeve metirsiyê. Zagon bi mezhebî rêve naçe. Civak tenê ji yek meshebê pêk nayê. Wê civak bi riya guherîna Zagona Rewşa Kesane re zêdetir bikeve xeteriyan. Guherîna Zagona Rewşa Kesane civakê ber bi hilweşînê ve dibe. Wê ji bo mêran di dema zewacê de kar asan bike û wê hilweşîna malabatê li pey xwe bîne. Divê zagon li gora zagona 188’a ya sala 1959’an were bicihkirin. Divê li ser bingehê zagonî û mafê cîhanî were bicih kirin. Berovajî ev guherîn di çarçoveya meshebî de li hemberî jinan karek ne mirovane ye.”

‘Divê çalakî bên lidarxistin’

Şilêr Abdulmecîd Reşîd da zanîn ku li seranserî Iraqê hevpeymana 188 dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane li Iraqê kar dike û dengê hemweltiyan kom dike û wiha got: “Hevpeymana 188’an ji çalakvan û hemwelatiyên medenî pêk tê, bi riya çalakiyên xwe rêgiriyê li giherîna Zagona Rewşa Kesane li Iraqê dike. Li seranserî Iraqê û herêma Kurdistanê dibin banê hevpeymana 188’an de karê me komkirina raya giştî ye. Bi riya peywendîkirin û çalakiyan kar ji bo ne guherîna zagonê kiriye û çalakiyên jin û civakê li dijî vê guherînê dê ji bo rawestandina guherînê karek girîng e.”