Li Amedê ‘Mitînga Azadiyê: Gel sînoran nas nake

Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ku bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin û ji bo azadiyê li Amedê kom dibin” hatî organîzekirin bi sed hezaran kes tevî hemû astengiyan ber bi Amedê ve diherikin.

Amed – Mitînga Azadiyê li Amedê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin û ji bo azadiyê li Amedê kom dibin” hatî organîzekirin, destpê kir.

Beriya Mitinga ku li qada Stasyonê were li darxistin, Wan, Riha, Mêrdîn, stenbol, Adana, Mersin jî di nav de ji hemû bajarên Kurdistanê gel ji şevê din ve berbi Amedê ve ketine rê. Gel li dijî hemû astengiyan, hewl didin xwe bigihînin Amedê.

Gel sînoran nas nake

Beriya Mitingê hemû kolanên Amedê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Hemû riyên ku diçin qada Stasyonê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Astengî bi hinceta qedexeya walî nîşan da, girse tevî hemû astengiyan li ber AZC Plaza kom bûn. Hatina girseyê li ba hev ji sê baskan ve berdewam dike. Girseyê dirûşmeyên “Biji Berxwedana Zindana”, “Direne direne kazanacağız”, “Faşizme karşı omuz omuza” berz kirin. 

Derbarê jinan de girtek hatin girtin

Li ber AZC Plaza, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, parlementer, rêxistinên civaka sivîl, Dayîkên Aştiyê û bi hezaran kes kom bûn. Li vê derê polîsan xwest dest danin ser pankarta wan. Jin ji bo pankartê nedin li berxwedan, derbarê jinan de bi hinceta ‘propagende’ girtek girtin.

Li Sûrê girse zêde dibe

Hemwlatiyên ku dixwazin Rêberê Gelê Kurd bi awayek fîzîkî azad bibe, li navçeya Sûrê hatin ba hev. Parlementerên Partiya Wekehevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî), Hevseroka bajarê Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sultan Yaray, Rêxistinên Civala Sivîl û koma ku gelek hemwelatî di nav de, destpêkê li kolanên Sûrê meş li darxistin. Piştre li ber Çand Amed kom bûn. Kombûna hemwelatiyan li vê derê jî berdewam kir.

Kurdistan diherike Amedê

Ji Mêrdîn û Şirnexê gel ji bo bejdarî meşa ‘Azadiyê’ bibin ketin rê, gihan navçeya Xana Axpar (Çinar) ya Amedê. Gel li vêderê li dijî astengiyan polîsan heta navenda Amedê dest bi meşê kirin. Hemwelatiyan li ber stranên Kurdî meşa xwe berdewam kirin.

Li aliyê din li Elîh, Sert, Bedlîs û li hemû bajarên Kurdistanê gel di riyan de ji bo bejdarîiya meşê, hewl didin xwe bigihînin meşê.