“Girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin, berdin”
Nobeta Edaletê ya li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’ê didome. Yek ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî da zanîn ku rayedaran dengê wan paşguh dikin û daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin kir.
Amed - Nobeta Edaletê ya malbatan ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin dane destpêkirin, di roja 239’emîn de li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê berdewam kir. Herdem Merwanî ya li ser navê girtiyan axivî, destnîşan kir ku çalakiya ku ji bo girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin dane destpêkirin bikeve meha xwe ya 9’an, da zanîn ku daxwazên ku tînin ziman daxwazên civakî ne û bal kişand ku rayedaran dengê wan paşguh dikin.
“Malbatên girtiyan tên cezakirin”
Herdem Merwanî, destnîşan kir ji ber ku girtî dibin girtîgehên bajarên dûr malbat di rojên cejnê de jî nikarin biçin serdana xizmên xwe û wiha got: “Girtiyan li girtîgehên dûr ên ku malbat nikarin hevdîtinê bikin tên bicihkirin. Em weke malbatên girtiyan tên cezakirin.”
Herdem Merwanî, daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin kir û da zanîn ku ew ê vegotina daxwazên xwe bidomînin.