Girtiya nexweş a 80 salî Makbule Ozer hat berdan

Makbûle Ozer (80) a ku di 9’ê Gulanê de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” li navçeya Artemêtan a Wanê hatibû girtin, hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Makbule Ozerê 80 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, ji girtîgehê derket.

Makbule Ozer di 9'ê Gulanê de li Edremîta Wanê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" piştî ku 2 sal û mehek cezayê wê yê girtîgehê hatibû erêkirin, hatibû girtin. Makbule Ozer a ku tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran di girtîgehê de dihat girtin, li girtîgehê bi tena serê xwe nedikarî pêdiviyên xwe bi cih bîne. Ji bo Makbule Ozer Saziya Tipa Edlî (ATK) biryara taloqkirina salekê da. Ev biryar ji aliyê parêzerên wî yên ku îro çûn hevdîtinê hat ragihandin. 

Bi kulîlkan wê pêşwazî kirin

Piştî biryara berdanê malbat û xizmên wê ji bo wergirtina Makbule Ozer hatin girtîgehê. Makbule Ozer a hat dîtin ku di rawestanê de zehmetî dikişîne, ji aliyê hezkirî û xizmên xwe ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin. Makbule Ozer xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan.