Ger pêşniyar neyên bicihanîn dê kar li gorî zagona berê werin kirin
Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê xwendina duyemîn li ser zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiya li dijî malbat û jinan nîqaş hat kirin û der barê dewlemendkirina bendên zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiyê raportek dê radestî lijneya fetwayê bê kirin.
Navenda Nûçeyan- Rûniştina hejmara 2 ya asayî ya dema payîza sala çaremîn di dema pêncem a hilbijartina parlamentoyê de domiya. Benda yekem a bernameya karên danişînê di xwendina duyem de ji bo pêşniyara zagona pêşîlêgirtina tundîtujiya li dijî malbat û jinan li herêma Kurdistanê hat kirin.
Gelek pêşniyar bi mebesta redkirina pêşniyar zagonê, ji bo dewlemendkirina xal û bendên raportê xistin ber destên lijneya hevbeş, ji ber wê jî wê lijneya raporê van xalan li ber çavan bigre û bi dengan wê rapor were amadekirin û têbinî û pêşniyarên endamên parlamentoyê were kirin.
Parêzer Şoxan Ehmed beşdarî rûniştina parlamentoya herêma Kurdistanê bû û der barê biryaran de ji ajansa me re wiha got: “Zagon di sala 2015’an de heye, di dema pêşî de daxwaz ji bo xistina meriyetê hat kirin, ev ji bo me nebaş bû. Beriya vê pêşniyara zagonê di sala 2011’ê de zagona li dijî tundîtûjiyê hat derxitin. Ger niha ev zagon neyê bicihkirin, ev ji bo me baş e ji ber wê bi zagona sala 2011’an kar were kirin.”
“Armanca me xizmeta ji bo civakê ye”
Şoxan Ehmed diyar kir ku berê hemû fraksiyonan lijneya zagonî û jinan beşdar bû û îmze kir ku xwendina yekem û duyem li gorî pêşniyara zagonê bin. Mixabin duh li parlamentoya herêma Kurdistanê alozî û nakokî derket. Piştre li madeyên dawî yên pêşniyarê zagona rûniştin baştir bi rêve çû, heta şevê berdewam kir. Bend û madeya xwestek li ser dewlemendkirina wê hebû lê belê raporta sêyem amade kir û wê ji lijneya fetwa re were şandin, heta ku ew li ser biryar bidin, di zagona şerîet û Îslamê de heye yan ne, li gorî hinek parlamentaran wiha ye ku bicihkirina pêşniyara zagona bi vi awayî di Îslamê de heye.”
Parêzer Şûxan Ehmed bi bîr xist ku armanca wan xizmeta ji bo civakê ye da ku zagon di berjewendiyên hemû aliyan de be û wiha got: “Em di xema wan de ne ku zagon di berjewendiya hemû aliyan de be, ji bo wê ger neyê bicihkirin ew baştir e ku kar bi zagona sala 2011’an were kirin.”