'Medyayên girêdayî dewletê rastiyê ji raya giştî vedişêre'
Edîtora Kovara Afaq Al-Mara Samiya Kurdî got divê qonaxa krîtîk a dîroka Sûriyeyê de, divê dengê jinan were bilindkirin û bê bihîstin, ji ber medyaya fermî têra xwe cih nade jinan ku fikarên xwe bînin ziman, divê ew serî li medyaya civakî bidin.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo - Jinên li Sûriyeyê piştî salên şer û krîzên mirovî, siyasî û civakî yên dirêj ku hîn jî di nav dilê şerê bêdeng û zirav de ne, di warê bilindkirina dengê xwe û beşdarbûna çalak di avakirina paşeroja welatê xwe de rastî gelek zehmetiyan tên. Tevî rolên girîng û pêşeng ên ku jinên Sûriyeyê li ser erdê û di rêvebirina civak û malbatên xwe de lîstine, nûnertiya wan a rastîn û dengên wan ên serbixwe pir caran rastî gelek astengiyan tên û bi rêbazên tundiyê tên bêdengkirin.
HTŞ’ya ku bi salan di lîsteya terorê ya hêzên navneteweyî de ma, sal û nîvek Sûriyeyê birêve dibe, bêyî ku ev çete û serçeteyên wan di dadgehên navdewletî de bihatana darizandin û cezakirin. Vê yekê bandora xwe li qada çapemeniyê jî kiriye. Li Sûriyeya ku derfet nayê dayin hemelatî û bi taybetî jî hemwelatiyek jin nêrîna xwe azad bîne ziman, doza xwe bêyî tirsa ji tundî, qetilkirin û revandinê li ser ekranan nîqaş bike. Yekkirina gotar û zimanê medyayê ji bo piştgiriya pirsgirêkên jinan li Sûriyeyê ber bi veguhestina dosyaya jinan ji nêzîkatiyên rûberî û demsalî, ber bi pejirandina stratejiyeke neteweyî û mirovî ya berfireh ve, gaveke girîng e.
Rojnamevan û Edîtora Kovara Afaq Al-Mara Samiya Kurdî têkildarî vê mijarê ji ajansa me re axivî.
‘Ji ber koçberî, xizanî û krîza aborî jinên Sûriyeyê gelek zehmetî kişandine’
Samiya got ku di salên borî de jinên Sûriyeyê ji ber koçberî, xizanî û krîza aborî ya ku li welêt girtiye, rastî gelek zehmetiyên girîng hatiye û wiha domand: “Tevî van zehmetiyan, baweriya wan bi xwe hiştiye ku ew di warê perwerde, kar û destpêşxeriyên mirovî de gavên girîng bavêjin. Lê piştî guhertinên siyasî yên ku li Sûriyeyê qewimîn, nemaze piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, welat ket qonaxek nû ya veguherînê.”
‘Hêvî dikirin ku ev wê serdema wan be’
Samiya da zanîn ku hêviyên jinên Sûrî rûbirûyî feraseta baviksalar bûne û wiha pêl da gotina xwe: “Bi rastî, jinan hêvî dikir ku ev serdema wan be, da ku ew bikaribin xwe bêtir nîşan bidin û astengiyên ku azadiya wan asteng dikirin, derbas bikin. Ji bo ku gavên mezintir ber bi pêş ve bavêjin. Lê bi rastî, feraseta baviksalar û serdestiya mêran hîn jî û bi awayekî mezintir li welêt serdest e.”
‘Jin ji xwe dipirsin: Ez ê di vê qonaxa girîng de li ku bim?’
Samiya destnîşanî kiryar û binpêkirinên HTŞ’ê, sal û nîvekê li ser hêz û îradeya jinan heye û wiha got: “Ji ber vê yekê, jin ji windakirina mafên xwe bêtir bi fikar in. Her tim ji xwe dipirsin: Ez ê di vê qonaxa girîng de li ku bim, nemaze ji ber ku Sûriyê ji nû ve tê avakirin û pêşeroja wê ji nû ve tê xêzkirin? Jin ji maf û rolên xwe di civakê de bi fikar bûn û hê jî wisa ye. Ji ber îlankirina destûrî jî niheqî li jinan kir û di hilbijartinên Meclîsa Gel de tenê jinek ji bo wezaretan hatiye tayînkirin. Her wiha nûnertiya jinan di parlementoyê de jî pir kêm e.”
‘Li hember ezmûna HTŞ’ê tecrûbeya Rêveberiya Xweser balkêştir û gerdûnîtir bû’
Samiya ezmûna HTŞ’ê û tecrûbeya Rêveberiya Xweser a 14 salan da ber hev û wiha got: “Civakên ku li ser feraseta baviksalar hatine avakirin nedemokratîk, niheq û bê beşdar in. Berovajî civakên ku ji hêla jin û mêran ve hatine avakirin demokratîktir, beşdartir û piralîtir in. Bi vî rengî em li pêşerojek çêtir digerin, ku modela Rêveberiya Xweser mînakek gerdûnî a herî pêşketî bû. Ji ber Şoreşa Jin dengvedanek navneteweyî çêkir û bala hemû jinên cîhanê kişand ser xwe, sedem jî ew bû ku jin bûbûn xwedî maf û biryar.”
‘Divê zimanê medyayê li Sûriyeyê bêalî be û pirsgirêkên jinan ronî bike’
Samiya xalek girîng bilêv kir û got: “Divê zimanê medyayê li Sûriyê bêalî be û pirsgirêkên jinan ronî bike. Medya di nîşandana pirsgirêkên jinan de roleke girîng dilîze da ku jin bêtir dengê xwe bidin û werin bihîstin, nemaze ji ber ku em di serdemeke pir hesas re derbas dibin. Divê medya destkeftiyên wan ronî bike û azadiya xwe îfadekirinê bide wan bêyî ku rastî zextan were. Her wiha divê ji bikaranîna gotinên ku bi tevahî ji mirovahiya wan, nasnameya wan a kesane, an jî hebûna wan dûr in, dûr bikevin.”
‘Serkeftina medyayê di parastina mafên welatiyan û pêşxistina çanda diyalogê de ye’
Samiya bi van gotinan bal kişand ser rola medyayê û tiştên ku dikare ava bike û bêtir balê bikşîne: “Divê zimanê medyayê ji bo hemû welatiyan gihîştî be û ji gotinên nefretê dûr bisekine. Serkeftina medyayê ne tenê bi çavdêriya wê ya li ser desthilatê an jî bi balkişandina wê ya li ser pirsgirêkên civakî tê pîvandin. Berovajî vê, parastina mafên welatiyan û pêşxistina çanda diyalogê divê di nav pêşîniyên wê yên sereke de be. Medyaya serkeftî çi dîtbarî, çi dengî û çi çapkirî be, dikare van pirsgirêkan ronî bike û bighîje hemû beşên civakê.”
‘Jin xwedî vîzyonek ji bo pêşerojê ne’
Samiya di berdewama axaftina xwe de got ji ber ku medya li her welatekî desthilatdariya çaremîn e, ew bala kesên din jî dikişîne û wiha pêl da gotinên xwe: “Divê her jineke ciwan ji xwe bawer be, xwedî îradeyek bihêz be û gavên xurt bavêje. Ji ber ku pêşeroja Sûriyeyeke nû tenê wê demê ava dibe ku jin di pêşengiya her projeyek azad û demokratîk de bin. Ji ber ku jin xwedî vîzyonek ji bo pêşerojê ne.”
Çima girîng e ku niha dengê jinên Sûriyeyê bê bihîstin?
Samiya bihîstina dengê jinan li Sûriyeyê û di dema niha de pir girîng dibîne, sedema wê bibîr dixe û wiha dibêje: “Di vê qonaxa krîtîk a dîroka Sûriyeyê de, divê dengê jinan bê bilindkirin, tevî ku perspektîf, nêzîkatî an diyaloga wan çi be. Divê dengê wan niha bê bihîstin, ji ber ku Sûriye di pêvajoyek ji nû ve avakirin û ji nû ve şekildana xwe de ye hîn. Lê rasteqîna îro pir cuda ye. Dengê jinan ji ber ku ew rastî tundiyê tên, ne tenê tundiya fîzîkî, her wiha tundiya devkî û psîkolojîk jî, tên paşguhkirin.”
Erk û berpirsyariyên çapemeniya jinê û ya giştî
Samiya erk û berpirsyariyên ku dikevin ser milê çapemeniya jinê û ya li giştî Sûriyeyê, wiha anî ziman: “Em, wekî rojnamevan divê dengê jinan bilind bikin, dozên wan bişopînin û wan bighînin raya giştî. Heta ku em bighîjin qonaxa Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî. Çimkî pêşeroja Sûriyê wê bi destên jinan were avakirin.”
‘Divê jinên Sûriyeyê serî li medyaya civakî bidin’
Samiya di dawî de peyama xwe ji bo jinên Sûriyeyê wiha anî ziman: “Tevî zilm û binpêkirinên pê re rûbirû dimînin, hem di jiyana giştî de û hem jî li pişt zindanan, ji ber ku medyaya fermî têra xwe cih nade jinan ku fikarên xwe bînin ziman, divê ew serî li medyaya civakî bidin. Ji bo ku li ser pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, peyamên xwe ji her kesê/î ragihînin û ji qedexeyên ku li ser wan hatine ferzkirin xilas bibin. Li pişt her jineke mezin bi xwe heye, ji ber ku jinek ku baweriya xwe bi xwe tîne dikare tiştên ne gengaz jî bi dest bixe.”