‘Ger di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’
Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku budçeya heyî xizaniyê kûr dike û bang kir ku gotinên li ser aştiyê di polîtîkayên aboriyê de jî bibin rastî; divê pereyê ji şer re diçe ji bo gel bê veqetandin.
Navenda Nûçeyan – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li meclîsê daxuyanî da.
Gulistan Kiliç Koçyîgît di serî de kesên ji ber lehiyê li Stenbol û gelek bajaran jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku ew dê li pêy şopa çareserkirina mexduriyeta welatiyan bin.
‘Desthilat şûna tedbîrê bigire bajar ji rantê re vekir’
Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku sedema keraseta lehiyê polîtîkayên desthilatê yên ewlehiya welatiyan nagire û ev tişt anî ziman: “Ger hûn li dijî xwezayê tevbigerin kerasetên wisa çêdibin. Berpirsê vê yekê desthilata ku li dijî xwezayê tevdigere û ji bo rantê xwezayê talan dike ye. Kerasetên bi vî rengî yên li Stenbolê ne nû ne û berê jî kerasetên bi vî rengî çêbûn lê tu tedbîr nehatin girtin. Desthilat şûna tedbîrê bigire bajar ji rantê re vekir. Desthilat bi vî awayî dê ji GOP 31’an re malivaniyê bike. Em li dijî vê yekê bang li Lûtkeya Avhewayê ya gelan dikin.”
‘Barê bacê didin ser milê gel’
Gulistan Kiliç Koçyîgît di dewama axaftina de bal kişand ser budçeya sala 2027’an û wiha got: “Barê bacê didin ser milê gel û berjewendiya sermayedaran ber bi çav digirin. Ew budçe wek her sal bûdçeya sermayedaran e. Bi vê bûdçeyê re civakê behtir xizan dikin. Mesrefên faîzê dîsa zêde ye. Ew mesref dikarin ji bo gel bikar bînin. Desthilat li dijî xizaniyê tênakoşe lê xizaniyê bi rê ve dibe. Ji bo berjewendiyên hilbijartinê budçeyê ji alîkariya civakî re vediqetîne. Dîsa herî zêde budçe ji parastinê re hatiye veqetandin. Di serdemek ku em qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin de em ê çawa vê budçeya wê ya parastinê binirxînin. Serokkomar gotibû budçeya ji çekan û parastinê re diçû, dê ji gel re bê veqetandin. Em jî dipirsin gel dê kengî ji budçeyê sûdê bigire. Ji bo wê ger di gotinê de aştî hebe divê budçeyê de jî aştî hebe. Ger pevçûn bi dawî bibin mesrefa ji çekan re dihat veqetandin jî, divê ji gel re bê veqetandin. Em dixwazin hemû encamên aştiyê bibînin.”
‘Hûn jî hevkarên vî sûcî ne’
Her wiha Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku saziyên dewletê yên di fonan de berpirsyarin jî divê rastî lêpirsînê bên û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Desthilata wê bi xwe di nava van fonan de ye. Mexdûriyeta welatiyan çareser bikin. Lê hûn bi xwe jî di nav vê de ne. We bi sed hezaran welatî mexdûr kirin. Hûn jî hevkarên vî sûcî ne û em ê hesabpirsînê bidomînin.”