Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

Hejmara 190’an a Kovara Jinê bi berga ‘Zimanê hevpar ê tundî, kedxwarî û şer’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 190’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga ‘Zimanê hevpar ê tundî, kedxwarî û şer’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Kovara Jin di hejmara xwe ya 190’emîn de balê dikişîne li ser pergala serdest a mêr çawa jiyana jinan digire nav xwe û hêza avaker a têkoşîna jinan li dijî vê pergalê.

Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:

Krîz û ji nû ve avakirina mêraniyê / Dorşîn Gok

Mêrê herî nêzikê jinê / Çigdem Goksoy

Mekanîzma û pergalên ku tundiya mêran di kapîtalîzma baviksalarî de rewa dikin / Ozgul Sakî

Jinên xîzan di sala malbatê de / Burçak Sel

Têkoşîna jinên Kurd li benda aştiyê nîne, ava dike / Başak Saridal