Gelê kantona Hesekê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker şermezar kir
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û xaka Başûrê Kurdistanê gelê kantona Hesekê bi meşekê şermezr kir.
Hesekê- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bênavber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Îro di bin dirûşma "Bi vîna gel û gerîla wê dagirkerî û Ixanet têk biçe" gelê Kantona Hesekê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xaka Başûrê Kurdistanê bi meşekê şermezar kir. Çalakvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên Kongra Star û PYD’ê hilgirtin. Çalakiyê li qada Şehîd Ethro ya taxa Nasra ya bajarê Hesekê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
“Ji ber ku berxwedan heye dê serkeftin mîsoger be”
Endama koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên da zanîn ku heyva Hezîranê heyva berxwedanê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di vê heyvê de şehîdên Helinc, Zîlan, Sama hatin bibîranîn û herî dawî jî şehdeta şehîd Ferhad Dêrik bû. Em vê heyvê heyva berxwedaniyê dibînin, madem berxwedanî heye ew ê serkeftin misoger be û para me be. Îro hemû dewletên cîhanê li dijî Kurdan bûne yek û destên xwe dane destên Tirkiyeyê ku komkujî û qirkirin li ser gelan pêk bîne lewma bi hemû rêbazan êrîş dike. Lê em dibêjin zarokên vê xakê tu carî rê nadin dagirkeran û heya dawî jî canê xwe feda dikin. Îro li hemberî dagirkerî û êrîşên ku pêk tên em ê rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û planên qirkirinê têk bibin."
Endamê Meclisa Êlan Macid El- Erak jî teqez kir ku armanca dewleta Tirk qirkirina gel e û wiha domand: "Em van êrîşan li dijî pîvanên mirovahiyê dibînin. Li hemberî êrîş û dagirkeriyê yekîtî çareseriya herî guncaw e."
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedan" bi dawî bû.