Gelê Hesekê li dijî tecrîdê li qadan bû

Gelê Bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, dagirkeriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qetilkirina jinan meşek li dar xist.

Hesekê – Sîstemên desthilatdar ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li dijî gelan şerekî qirêj didin meşandin. Bi rêbazên cur be cur gelê herêmê dikin hedef, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê dimeşînin, li Îranê jin tê qetilkirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roj bi kurkirinê berdewam dike. Îro gelê bajarê Hesekê bi meşekê girseyî siyaseta qirkirina gelan şermezar kir. Meşvanan alên Kongra Star, wêneyên Rêber Ocalan û pankartên bi nivîs “Na ji dagirkerî û qirkrinê re, li hemberî siyasetên qirkirinê serî hildin” hilgirtin. Meş li ber Gulistana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kir û li ber çarxeriya Şehîd Cûdî veguherî mîtîng.

Piştî deqeyek rêzgirtin Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Ebdullah Mele Salih axivî. Ebdullah Mele Salih da zanîn ku siyasetên qirkirina gelan ji dîrokê ve heya niha berdewam dikin û wiha anî ziman: “Bi avakirina sîstemên desthilatdar siyasetên qirkirina gelan dest pê kir, dixwazin li ser hesabê xwîna zarokê vî gelê xwe dewlemend bikin û serwereiya cîhanê bikin. Tecrîda li dijî Rêber Apo yek ji planên qirêj ên hemû dewleta ye û heya niha jî ew pulan didome. Ew ji felsefeya ocalan ditirsin lewma naxwazin belav bibe. Em aşiqê felsefeya azad in û ji bo azadiya rêbertî û tevahî gelên bindest em ê têbikoşin.”

“Bi yekitiya tevahî jinan em ê planên dagirkeriyê têk bibin”

Endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Sûzan Mihemed teqez kir ku bûyerên tên qewimandin armanca wan yek e û wiha axaftina xwe domand: “Îro cureyên şîdetê yên ku li ser jinan tên meşandin çi di nava civakê de be yan jî bi riya dewletan be yek ji planên bingehîn ên dagirkeriyê ye. Ji ber ku dijmin dema bixwaze welatekî dagir bike destpêkê jinan hedef digre û bi wî rengî wê civakê dixe bin kontrola xwe. Îro serhildana li Îranê ji aliyê jinan ve pêk hat gaveke pîroz û serkeftî ye. Em bang li tevahî jinan dikin ku bi rihê yekitiyê her çar aliyên Kurdistanê ji dagirkeriyê biparêzin.”

“Rêber Ocalan bi felsefeya xwe roja me ronî kir”

Samiya Salih tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Armanca me bi tevlibûna vê meşê şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo ye, ji ber ku bi tecrîdê dixwazin îradeya me tune bikin. Li aliyekî dagirkerî, tecrîd, gef û qetilkirina jinan pêk tê. Ev şerekî li dijî nirxên civakê ye, dixwazin civak bê nasname bimîne. Lewma bi hemû rêbazan êrîş dikin bi teybetî dewleta tirk niha av li ser Hesekê qut kiriye ev jî yek ji rêbazên dagirkeriyê ye, bi vî awayî dixawzin me koçber bikin lê bila baş bizanibin yên ku tama felsefeya azad girtibin bi tu awayî tek naçin, êrîş bikin jî wê tu kes nikaribe tune bike. Roja ku derketiye kes nikare wê tarî bike. Ji bo wê jî Rêbertî ji bo me roja azadiyê ye, bi felsefeya xwe rojên me ronî kir.”

“Dijmin tu carî nabe dost”

Dehla Mihemd bal kişand ser xiyaneta mala berzanî û wiha bilêv kir: “Bila mala berzanî mêjiyê xwe baş bidin şuxulandin, yên ku destên xwe nedin destên xwişk û birayên xwe dê jî têk biçin. Gotinên pêşiyan dibêjin “Ger em nebin yek em ê biçin yek bi yek.” Ji bo wê di vê qonaxa heasas de pêwîstî bi yektiyê heye. Ji ber ku şerê ku tê meşandin ne tenê li ser gelê bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye şerekî li dijî Kurdîtiyê ye. Li dijî her kesê banga azadiyê dike. Dijmin tu carî nabe dost .”

Meş bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe, na ji dagirkeriyê re, na ji xiyanetê re û jin jiyan azadî” bi dawî bû.