Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sêvê, Pakîze, Fatma bi bîr anîn
Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyê Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Ûyar ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anîn û gotin: “Em ê hêvî û xeyalên wan bi serketina herî pîroz û watedar tacîdar bikin.”
Navenda Nûçeyan – Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek nivîskî jinên Kurd Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Ûyar ên di 4’ê Çileyê 2016’an de navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi bîr anîn.
Daxuyanî wiha ye:
“Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 4’ê Çileya 2016’an de sê jinên azadîxwaz, welatparêz û şoreşger di dema qedexeya derketina kolanan de bi guleyên ji wesayîta zirxî ya dewleta Tirk a dagirker hatin reşandin, hatin qetilkirin. Li ser qetilkirina wan şoreşgerên hêja re 9 sal derbas bû. Êş û birîna heval û çalakvanên jin ên siyasetmedar, qet û qet ji bîr naçe û her wê di dil û mejiyê me de zindî bimîne.
Dewleta Tirk a faşîst û dagirker bi taybet jinên bi hêz û xwedî bandor dike hedef û hewl dide wan tine bike. Bi vî rengî jî dixwaze civakê bêbertek bihêle. Lê wan ji bîr kiriye ku civak û jinên bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo serwext bûne êdî ne tenê gelê Kurd tevahî jin û gelên cîhanê bandor dikin. Nîşan dane ku êdî rêyeke li ser esasê paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinê ya bi ramanên Rêber Apo ava bûye, heye.
‘Jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo hişyar bûn’
Jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo ji zû ve şiyar bûne, ketine cenga azadiyê, êdî hew kes dikare wan paşde bikişîne û tine bike. Weke gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’emîn salvegera şehadeta wan de em şoreşgerên jin ên giranbiha Pakîze, Sêvê û Fatma bi bîr tînin. Li hemberî mezinahî û bilindbûna wan bejna xwe ditewînin û soza tolhildanê ji wan re nû dikin. Divê were zanîn têkoşîn û berxwedana îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya şervanên jin de bi awayekî herî muezem didome ji bo rizgariya hemû jin û gelan e. Ev serbilindî û serketina her kêlî tê jiyîn rûmet û serbilindiya hemû jinên têkoşer û şoreşger e.
Îro li çeperên berxwedanê bi sedan jinên Kurd, Ereb, Suryan û hwd. ji netewe û baweriyan bi hêz û baweriya ji Sêvê, Fatma û Pakizeyan digirin li meydanên şer di nav berxwedanê de ne. Li ser vî bingehî em bang li tevahî jinan û gelên azadîxwaz dikin ku roj roja xwedîderketina li rûmet û kerameta xwe ye. Têkbirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê erka hemû jinên azadîxwaz û xwedî keramet e.
Weke gaziyên jin em ê ti carî nehêlin kes taritiyê li ser me ferz bike. Bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêbertiya xwe, di rêya şehîdên me heya dawiyê ji me re ronî kirine de em ê bê teredut bimeşin. Em careke din şehîdên komkujiya Silopiyayê şoreşgerên mezin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em ê hêvî û xeyalên wan bi serketina herî pîroz û watedar tacîdar bikin.”