Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî di roja 2’emîn de didome

Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî di roja xwe ya duyemîn de bi nirxandina mijara sêyemîn a bi sernavê "Rola jinan di aştiyê de" didome.

Heleb – Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî ku ji aliyê Nivîsgeha Jinan a MSDˈê ve bi dirûşma "Yekitiya jinên sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye" hatiye organîzekirin, di roja duyemîn de dewam dike. Forum bi beşdariya nêzî 100 jinan li Hola Cizîrê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê  tê lidarxistin.

Forum di roja duyemîn de bi nirxandina mijara sêyemîn a bi sernavê "Rola jinan di aştiyê de" ji aliyê rêvebera Nivîsgeha MSDˈê Canda Remo ve dest pê kir.

Beşdar jî dê li ser mijarê nêrînên xwe bînin ser ziman û encamnameyek were derxistin.

Di roja yekemîn de mijarên "Stratejiyên çareseriyê aloziya Sûriyeyê bi çavê jinan" û "Beşdariya giştî ya jinên sûriyeyî" hatin nîqaşkirin.