Fîgen Ektî ya TJA'yî: Wateya bangewaziyê ji bo jinan kûrtir e
Endama TJA'yê Fîgen Ektî got ku banga ''aştî û civaka demokratîk'' ji bo jinan xwedî wateyek kûrtir e. Fîgen destnîşan kir ku di avakirina civaka azad de rola jinan mezintir e û got: “Di vê pêvajoyê de xebatên jinan ên kolektîf girîng e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Daxuyaniya ku di 27' ê Sibatê de piştî heyeta Îmraliyê da û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 'Aştî û Civaka Demokratîk', girîngiya xwe ya di rojevê de diparêze. Di nivîsê de ji bo 'riyên demokratîk û siyasetê' vebe, her wiha ji bo biratiya Kurd û Tirkan, bangawaziya ‘çekan deynin’ li PKK’ê hat kirin. Piştî bangewaziyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî), li 100 navendan ji bo ku bangawazî civakî bibe, her wiha ji bo ku azadiyê pêkan bike, hevdîtinan bi gelan re pêk anî.
Bi coşa bangawaziyê di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, her wiha di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de bi milyonan gelên ku herikîn qadan, ji bo ku Komar li hemberî pêvajoyê gavan bavêje, bang hate kirin. Me bi endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî re li ser rola jinan a ku di vê pêvajoyê de her wiha xebatên ku ji bo bangawaziyê dimeşînin, nîqaş kirin. Fîgen diyar kir ku di vê pêvajoya krîtîk a ji bo gelan a 'Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk' de, ji bo azadiyê jî deriyek hatiye vekirin. Fîgen destnîşan kir ku piştî pêvajoya şer û pevçûnê, civak hesretî azadiyê ye, ji bo wan xwesteka herî mezin jî, azadiyek bi rûmet e. Fîgen da zanîn ku di serî de gelê Kurd, rayagiştî ya ku bi salan e zextên ku dijî aniye ziman. Fîgen wiha got: “Em piştî pêvajoyên bi êşên pir mezin gihîştin îro. Di bin siya tundî û pevçunan de milyonan bedêl dane. Wendahiyên madî û manewî çêbûne. Piştî van tiştên hatin jiyîn, ev bangewazî 'bangewaziya Azadiyê’ ye. Ev bangewazî pêdiviya derbasbûna ''Civaka Azad e.”
‘Wateya pêvajoyê ji bo jinan kûrtir e'
Fîgen bal kişand ser pirsgirêk û êşên ku jinan di pêvajoyên şer û pevçûnan de kişandine û anî ziman ku ji ber vê yekê bangewaziya Abdullah Ocalan ji bo jinan manîdar e û wateya wê hîn kûrtir e. Fîgen Ektî wiha berdewam kir: ''Di vê astê de heyecana ku jinan jiyan dikir, dîsa berpirsyartiya ku girtin ser milên xwe, girîng e. Ji giraniya berpirsyartiyê zêdetir, kêfxweşiya berpirsyartiyê heye. Ev pêvajo wê bibe pêvajoya ku qetilkirin û tunekirina berhem û xebatên jiyanê yên ku jinan bi destên xwe afirandin û ava kirin. Dê bibe meşa ku careke din ji nû ve van destkeftiyan ava bike. Ji ber wê, ev pêvajo ji bo jinan girîng e. Ev 50 sal e jin têkoşînek bêhempa dimeşînin, berxwedan û her wiha destkeftiyên vê berxwedanê jî hene. Tevî êrîşên topyekûn jî destkeftiyên jinan hene û ev bangewazî nîşan da ku têkoşîna jinan çiqas di asta bilind de ye. Ev pêvajo ji bona jinan bi qîmetekî kûr û bi wateyek kûrtir e.
Fîgen destnîşan kir ku di her serdemê de yên herî zêde pêwîstiya wan bi azadiyê hene, jin in û wiha pê de çû: “Piştî komxebata ku li Stenbolê hatiye lidarxistin a bi navê ‘Jin Azadiyê Diaxivin’ a bi slogana “Pêwîstiya min Bi Azadiyê Heye”, di însiyatifa ku jinan ava kiriye de, ewê jinên Kurd û Tirk di rêya ku diçe azadiyê de bi hev re kar bikin.”
Tevgera Jinên Kurd xebatên xwe bilez kirin
Fîgen da zanîn ku Tevgera Jinên Kurd di nava xebatên avakirina civakek tê de zêdetir bê jiyîn de ne û ev tişt gotin: “Me wek Tevgera Jinên Kurd gelek xebatên girîng dane pêşiya xwe. Me hinek ji wan karan kiriye, hinek jî hatine bilezkirin. Piştî encamên nîqaşên ku bi jinan re hatin meşandin, Însiyatîfa Jinan a 'Pêwîstiya min Bi Azadiyê Heye' hat avakirin. Ev xebatek girîng e. Ev xebat destpêkek ji bo xebata ku Jinên Kurd û Tirk bi hevre bimeşînin e. Dîsa lezkirina xebata Yekbûna Netewî û karkirina çalak a di vê xebatê de, her wiha Hevgirtina Jinên Kurd xebatên xwe yên ku vê mijarê de lezgîntir bikin, nexşerêyek deynin pêşiya xwe, ji bo avakirina aştiya civakî gelek girîng e.”
Fîgen di nava gotinên xwe de anî ziman ku wê jin di vê pêvajoyê de tevkarî bidin aştiyê û wiha berdewam kir: “Ev pêvajo ji bo civakê jî pêvajoya girtina nefesek e. Dema em dibêjin aştiya civakî, ji xwe jin tê bîra mirovan. Jiyan li van axan bi destê jinê hatiye avakirin û bi destê jinê hatiye mezinkirin. Lewra em îro dibînin ku jinan dikin muxtacê vê yekê, ev dibe nîqaşek cudatir. Şerên ku rû dane, rûxandinên dîrokî, her wiha di warê nasnameyê de wendahiyên mezin hene. Di seranserî dîrokê de jin ji bo ku destkeftiyên xwe biparêzin bi berxwedaniyên bi her awayî gihîştine îro. Bi rastî jî pêwîstiya hemû kesên ku di civakê de dijîn jî, bi pêvajoyek wiha heye, pêwîstiya jinan zêdetir bi vê pêvajoyê heye. Ji ber ku em jin di hemû şeran de herî zêde rûxandin û êşên kûr dijîn. Di hemû pêvajoyan de ji ber ku jin nirxên azadiyê zêdetir nas dike û kûrtir hîs dike, têkoşîn û berxwedana xwe li gorî wê zêdetir watedar dike.”
‘Avakirina aştiyê ya jinan a kolektîf girîng e'
Fîgen destnîşan kir ku bangewazî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo erdnîgariyek ferehtir e û wiha berdewam kir: “Pirsgirêkên civakê yên wekî xizaniyên kûr, rizandinên civakî, helandinên civakî hene. Rûxandinên di encamên şeran de çêbûne, bandora xwe tenê li ser Kurdan nekir, Rojhilata Navîn jî bandor kir. Ji ber wê jî, pêwîstiya gelan ji bo jiyanek nû ya azad, bi vîna xwe ya cewherî û bi nasnameya xwe heye Di vê xebata hevpar de rolekî mezin dikeve li ser milê jinan. Xebatên jinan ên kolektîf, îradeya kolektîf bên avakirin, bi aqilê kollektîf aştî bê avakirin. Di vê wateyê de pêwîst e em jin, zêdetir li vê bangewaziyê xwedî derkevin.”