Rewşa tenduristiya Mehreng Belûc a girtî xirab dibe

Xwişka parêzvana mafên mirovan û aktivîsta mafên jinan Mehreng Belûc, Nadiya Belûc ragihand ku rewşa tenduristiya xwişka wê ya di girtîgehê de xirab dibe.

Navenda Nûçeyan – Di 28’ê Adarê de xwişka Mehreng Belûc ku namzeda xelata aştiyê ya Nobelê ya 2025’an e, Nadia Belûcî li ser hesaba xwe ya platforma X’ê ragihand ku rewşa tenduristiya Mehreng Belûc ku li girtîgeha Pakistanê tê girtin, giran bûye.

Nadia Belûcî diyar kir ku bi dayika xwe re ji bo Mehreng Belûc bibînin çûne girtîgehê lê belê piştî 8 saetan li bendê mane, tenê destûr hatiye dayîn ku bi riya telefonê li pişt camek stur biaxivin. Nadia Belûcî da zanîn ku xwişka wê gotiye, girtîgeh her dem di bin çavdêriya îstîxbaratê de ye û tedbîrên ewlehiyê zêde bûne. Pergalên kamera danîne, ji bo serdanên girtiyan odeyek nû ya çavdêriyê amade kirine, mîkrofon danîne û tîmên şopandinê zêde kirine. Di heman demê de rêveberiya girtîgehê bi temamî li ber çavan hatiye derbaskirin û rêveberê girtîgehê ji erk hatiye girtine.

Nikarin hevdîtina rûbirû bikin

Tevî biryara Dadgeha Bilind a Pakistanê ya hevdîtina rûbirû, rayedarên girtîgehê vê yekê pêk naynin û malbata Mehreng Belûc diyar kir ku ev pêkanîn binpêkirina mafên zagonî ye her wiha daxwaz kirin ku divê hiqûq tişta pêwîst bike. Li gora rapora ku ji aliyê malbatê ve hatiye pêşkêşkirin, hat ragihandin ku Mehreng Belûc di nava sê rojên dawî de ji ber bi jehrîketina xwarinê nexweş ketiye û rewşa wê ya tenduristiyê xirab e. Tevî daxwazên malbatê, heta îro destûr nehatiye dayîn ku bijîjk biçe girtîgehê û Mehreng Belûc muayene bike. Heta niha tenê bijîşkek ciwan muayeneyek seranser kiriye.

Malbata Mehreng Belûc daxwaz kir ku divê rewşa wê ya tenduristiyê ji aliyê tîma tibî ku ji bijîjkên serbixwe û pispor pêk tê were nirxandin. Malbatê destnîşan kir ku ji rewşa wê bi fikar in û dibe pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê çêbibin. Herî dawî xwişka Mehreng Belûc Nadiya Belûcî bang li rêxistinên civaka sivîl, medya û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo pêkanîna mafê zagonî û tibî bikevin nava tevgerê. 

Li aliyê din li Rojhilatê Belûcistanê gel di roja 20’ê Adara 2025’an de li dijî windakirina bi zorê ya welatiyan û definkirina wan bi awayekî veşartî ji aliyê polîsên Pakistanê ve li bajarê Quetta, xwepêşandan li dar xist. Piştî van bûyeran ji lîderên Komîteya Piştevaniya Belûcê Mehreng Belûc, Bibarg Belûc, Biba Belûc, Samî Din Belûc û bi sedan xwepêşander û xebatkarên komîteyê hatin girtin.

Di heman demê de di êrîşa artêşa Pakistanê ya li Quetta, Belucistan û herêmên din de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.