Fermandara YPJ’ê: Li Tişrîn û Qereqozaxê destanek dîrokî heye
YPJ li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê, di eniyên herî pêş de cihê xwe digre û derbên giran li dagirkeriya Tirk dide. Fermandara YPJ’ê Çîçek Zagros diyar kir ku ev berxwedanî destanek e, dîrokek e.
XWÎNDA DIYAR
Qereqozax- Çîçek Zagros yek ji fermandarên YPJ’ê ku li eniya Qereqozaxê cihê xwe digre, ji ajansa me re rewşa dawî ya eniyên berxwedanê yên Tişrîn û Qereqozaxê nirxand. Çîçek Zagros diyar ku êrîşên ji 28’ê Mijdara 2024’an ve destpê kirine û heta niha li ser herêmê didomin, di konsepteke taybet û plankirî de tên pêkanîn û wiha got: “Ev êrîş bi armanca dest avêtina destkeftiyên gel û şoreşa Rojava tên kirin. Hedefa esas a van êrîşan, vîna gelê herêmê ye. Bi van êrîşan dixwazin gelê me bitirsînin da ku gelê me terka cîh û warên xwe bikin. Ji ber ku di destpêke de sîvîl tên hedef girtin. Bi vî awayî şerekî qirej û dijî ehlaqê, dimeşînin ku şerekî deryasayî ye.”
‘Heman rêbaz tê bikaranîn’
Çîçek Zagros diyar kir ku şerê tê meşandin ne cara yekem e ku li hemberî gelê herêmê tê meşandin û wiha got: “Çawa ku li Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi awayekî dijwar êrîş kirin, çekên qedexekirî bikar anîn, di şerê ku em niha di nav de ne de jî, heman rêbaz tê bikaranîn. Li hemberî van êrîşan sekna hêzên leşkerî ya YPJ, QSD û YPG’ê pêk hat û hemû hêzan bi awayekî çalak bersiva êrîşên dagirkeriyê dan. Helbet ev êrîş bê bersiv namînin. Ji ber ku sozek ji bo şehîdan û gelê herêmê hate dayîn, heye.”
‘Binketina çeteyan hat Îspatkirin’
Çîçek Zagros da zanîn ku ne çete tên bikaranîn û ne jî êrîşa ji bejahî mijara gotinê ye û sedema wê wiha anî ziman: “Ji ber ku di leşkerên dewleta Tirk de wêrekiya ku ji bêjahî êrîş bikin tuneye. Du caran di eniyên Qereqozaxê de hewldên êrîşê yên ji aliyê dewleta Tirk ve di bejahî de çêbûn. Lê bi berxwedaniya şervanên azadiyê yên YPJ, û QSD’ê, ev hewldana dagirkeriyê hat şikandin. Şervanan bi rihekî fedayî bersiva êrîşan dan, ev yek bi dîmenan jî hat îspatkirin û reva çeteyan hat belgekirin. Ew hêz e ku bi perayan êrîşî me dike, bi vî şêwazî reviyan.”
‘Sekna şervanan serkeftina Kobanê zindî kir’
Çîçek Zagros diyar kir ku gelek berdêlên giranbûha jî dane, şervan bi baweriya ku ji gelê xwe girtine li hemberî êrîşan sekînine û wiha berdewam kir: “Niha berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin û pêşengiya wê jî ciwanên herêmê dikin. Hêzên leşkerî bi ruhê tolhildanê di eniyan de cihê xwe digrin, ev sekin mirovan heyran dihêle. Ev berxwedanî destanek e, dîrokek e. Ev sekna şervanan cardin serkeftina Kobanê zîndî kir.”
‘Emê tola êşên gelê xwe hildin’
Çîçek Zagros berxwedana ku şervanên wan li hember dagirkeriyê nîşan dide jî bi van gotinan anî ziman: “Dewleta Tirk tevî teknîka pêşketî ya ku li hemberî me bi awayekî dijwar bikar tîne jî, em bê dudilî bi ser dijmin de diçin. Ji ber ku ezmûnên me yên salan hene. Ev 13 sal in em li hemberî komên çete şer dikin, em îro jî bi baweriyeke hîn mezintir ya ku me ji ezmûnên xwe girtiye, di bendava Tişrînê, li Qereqozaxê liberxwe didin. Yekîtiya rûhî ya di armancê de, bû sedema geşbûna berxwedaniyê. Ger dijmin difikire axa me dagir bike, emê vê axê jê re bikin goristan. Ji ber ku van êrîşan gel dubare neçarî koçberiyê kirin. Emê trajediya ku di encama koçberiyê de hate jiyîn û êşên ku gelê me jiyan kir, bê berdêl nehêlin. Ji ber ku sozek me ji bo vî gelî heye, em tola zarokên bêguneh û gelê xwe hildin. Wê ev berxwedaniya me ji bo pêşerojê bibe destan.”
‘Em bi hêza xwe ya cewherî bawer in’
Çîçek Zagros da zanîn ku hedefa wan, nedayîna derfeta jiyanê ya ji bo dijmin e û wiha got: “Têkoşîn, armanc û hebûna me li ser vê esasê ye. Emê tola şehîdên xwe rakin. Emê bi hêza YPJ’ê dagirkeriyê li ser axa xwe têk bibin. Di vî şerî de an wê dewleta Tirk li vir tune bibe an jî wê li ser axa me derfetê jiyanê nebînin. Bi rihê fedayî emê heta dawî li hemberî çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîna xwe bilind bikin. Em sala nû cardin li Rêber Apo, tevahî hevalên ku di eniyan de liber xwe didin, gelê xwe, pîroz dikin. Emê heta dawî xwedî li baweriya gelê xwe derkevin. Ger dijmin bi çeka xwe bawer e, em jî bi gel û hêza xwe ya cewherî bawer in. Ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi girêdana ax û welat heye. Emê jî li ser şopa şehîdên xwe bin û bi rûhê berxwedaniya şehidan parastina axa xwe bikin.”