Feleknas Uca ji bo Peymana Stenbolê banga berpirsyariyê kir

Parlamenterê HDP’ê Feleknas Uca li Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê li ser Peymana Stenbolê axivî û destnîşan kir ku piştî vekişandinê, li Tirkiyeyê tundî zêde bûye.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera Êlihê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca li  Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê axivî. Feleknas Uca der barê Peymana Stenbolê de got ku piştî Tirkiyeyê xwe ji peymana Stenbolê vekişandiye tundî zêdetir bûye û bang li  welatan kir ku  berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

‘Berpirsyariyên xwe bi cih bînin’

Feleknas Uca bal kişand ser rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) a tundûtûjiya li ser jinan û destnîşan kir ku li cîhanê 736 milyon jin rastî tundûtûjiya zayendî û fizîkî tên û behsa girîngiya Peymana Stenbolê ya ku jin û zarokan ji zexta malbatê diparêze kir. Feleknas Uca got ku piştî Tirkiyeyê xwe ji peymanê kişandiye tundutûjî zêde bûye û wiha gotinên xwe domand:

“Bi dawîkirina pergala ku tundiyê diafirîne û diparêze pêşî dikare li tundiyê were girtin. Bi samîmî rêgirtina tundiyê li ser jinan û şîdeta li ser bingeha zayendî dê welatan bi pêş bixe û asta wan bilind bike. Parastina destkeftiyên jinan helbet berpirsyariya me ya hevpar e. Lê Encûmen û dewletên endam ji bo danîna rojevê û parastina peymanê divê zêdetir berpirsiyariyê bigrin ser xwe. Tirkiyeya ku di navbera welatên ewil de Peymana Stenbolê îmze kiribû, niha ji peymanê vekişiyaye. Helbet em Tirkiyeyê ji ber vekişandinê rexne dikin. Piştî ku Tirkiye ji peymanê vekişiya, tundiya li ser jinan zêde bû. Li ser navê hemû jinên Tirkiyeyê em bang dikin ku vegere Peymana Stenbolê.”

 Banga parastina destkeftiyên jinan

Feleknas Uca got: "Divê welatên endam bi saziyên sivîl re ji diyalogê re vekirî bin û pêşniyarên  rêxistinên jinan ên navneteweyî li ber çavan bigrin.” Feleknas Uca di dawiyê de bi van gotinan hişyarî kir:

“Êrîşên li ser saziyên jinan, newekheviya zayendî û polîtîkayên ku tundiyê teşwîq dikin, ne ji bo polîtîkaya hundir, ne jî ya derve, ji bo tu welatî û tu tişt bi dest naxe. Yekane xala ku hemû civak li ser wê bibe yek, parastina mafê jiyanê ye. Ji ber vê yekê ez bang li her kesê dikim ku li dijî tundiya li ser jinan bisekinin, qanûnên ji bo rawestandina qirkirina li ser jinan pêk bînin, Peymana Stenbolê pêk bînin û hemû destkeftiyên jinan biparêzin. Ji bo cîhanek adil û wekhev wekî her carê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”