Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Cîgirê Serokê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder ê ku duh êvarê krîza dil derbas kir, hê di ameliyatê de ye.

Navenda Nûçeyan - Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku duh êvarê krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê, hê di ameliyatê de ye. Hevserokên Partiya DEM'ê Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan, Wezîrê Tenduristiyê, parlementerên DEM’ê û CHP’ê, hunermend, bijîşk û gelek kesên ku agahiya derbarê Sirri Sureyya Onder de girtin, li ber nexweşxaneyê kom bûn.
‘Dilê wî hêdî lê dide’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ber nexweşxaneyê derbarê rewşa tendirustiya wî de daxuyaniyek da çapemeniyê. Ayşegul Dogan da zanîn ku rewşa Sirri Sureyya Onder baştir e, lê ameliyata wî hê neqediyaye û ev agahî dan: “Ameliyata ku şêvedin saet di 23.00’an de destpê kir, hê didome. Rehê wî yê aortê qelişiye û bi ameliyatê hat dirûtin. Dilê wî niha davêje lê hêdî ye. Piştî ku wî bibin servîsê emê agahiyên berfirehtir bigirin û ji we re ragihînin.”