Emîne Şenyaşar: Bila êdî edalet pêk bê

Emîne Şenyaşar di roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de li ber Edliyeya Rihayê carek din bal kişand ser bê edaletiyê.

Riha - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ya di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja xwe ya 627’emîn de didome.

Dayik Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ê di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê, carek din bang li rayadaran kirin.

Bila êdî kurê min berdin’

Emîne Şenyaşar di çalakiya nobeta edaletê de wiha got: “Em edaletê dixwazin. Ev du sal in ez li vir daxwaza edaletê dikim. Kurekî min ev 4 sal in di qawîşa yekkesî de tê ragirtin. Bila kurê min berdin. Ez bo her kesî daxwaza edaletê dikim. Di vê baran û sermayê de nikarim li mala xwe rûnim. Bila êdî edalet pêk bê.”

'Êdî dengê dayikan bibihîzin!'

Malbatê li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin kir; “Di şexsê dayika ku tevî hemû pirsgirekên xwe yên tenduristî li #Rihayê ji bo edaletê têdikoşe, ji bo hemû jinên rastî tundiyê tên û bi awayekî bêsûc di girtîgehê de tên ragirtin EDALET! Êdî dengê dayîkan bibihîzin! #KadınaŞiddeteHayır.”