Emel Hacioglu ya girtî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

Girtiya bi navê Emel Hacioglu li Girtîgeha Jinan a Amedê, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Xuşka wê Evîn Olgun û wiha got: “Tu pirsgirêkên wê yên tendirustiyê tune bû. Em ji girtîgehê agahiyek zelal nagrin.”

Amed – Emel Hacioglu ya li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî bû, bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya Jinnewsê, Emel Hacioglu beriya 5 salan ji ber dosyayek edlî li Mêrdînê hat girtin û 18 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Em ji girtîgehê agahiyek zelal nagrin”

Xuşka Emel Hacioglu Evîn Olgun, diyar kir ku di 29'ê Tebaxê de xuşka wê qeyrana dil derbas kiriye, çed rojan di bin lênêrtinê de li nexweşxaneyê maye û agahiya wê  bi rêya hevalên wê yên qawîşê girtine. Evîn Olgun,wiha got: "Rêveberiya girtîgehê tu agahî neda me.  Em li ser agahdarkirina hevalên wê ji Mêrdînê rabûn hatin Amedê. Em jî nizanin ku çawa bûye, xuşka min berî bi çend rojan telefonî me kir û diyar kiribû ku rewşa wê baş e. Tu pirsgirêkên wê yên tendirustiyê tune bû. Em nizanin çi bûye. Em ji girtîgehê agahiyek zelal nagrin.”

Her wiha, hat ragihandin ku Emel Hacioglu beriya 2 salan ji Mêrdînê sewkî Girtîgeha Jinan a Amedê kirine.