“Em rê nadin peymana 9’ê Cotmehê pêk bê”
Jinên Şengalê li dijî hewldanên hikûmeta Iraqê û PDK’ê ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmeha 2020’an helwesta xwe wiha anîn ziman û gotin: “Weke jinên Êzidî heta vê peymanê betal bibe em ê her li ser piyan bin û em ê nehêlin ev peyman bikeve pratîkê.”
Şengal- Di 9’ê Cotmeha 2020’an de ji aliye hikûmeta Iraqê û PDK’ê ve peymanek hat îmzakirin. Li dijî vê peymanê ji wê rojê heta niha gelê Şengalê, bi pêşengiya jinên Êzidî her dem têdikoşin da ku pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê biparêzin. Xalên ku di peymanê de hatibûn îmzekirin ew bûn ku divê hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê betal bikin û li cihê wê, pergala xwe ava bikin. Her wiha armanca wan a din jî ew e ku hêza YJŞ/YBŞ yên ku gelê Şengalê diparêzin ji holê rabikin. Ev demên dawî liv û tevgera leşkerî ya hikûmeta Iraqê li Şengalê, bi hinceta ewlehî û aramiya gel tê kirin. Her wiha dewleta tirk gelek êrîşên hewayî li dijî Şengalê pêk tîne. Têkildarî vê mijarê jinên Şengalê bi awayekî tund helwestên xwe nîşan dan.
“Armanca wan qirkirina me ye”
Emşê Şengalî helwesta xwe wiha parve kir: “Hikûmeta Iraqê ev demek e hêzên xwe yên leşkerî di nava gund û bajarên me de, bi hinceta parastina gel xwe bi cih dike. Ger van hêzan ewlekariya me xwestibûna wê di fermanê de li gel me buna û nereviyana. Armanca wan ew e ku rêxistina gel, sazî û dezgehên gel belav bikin. Her wiha dixwazin fermanê bidin destên PDK’ê yên xêrnexwazên Êzidiyan. Ger armanca wan parastina me bûya, nedibûn sedema qezeya maşîneyên zarokên xwendekar û dema zarokên me jiyana xwe ji dest dan û ew hêz kêfxweş nedibûn. DAIŞ’ê dema êrîşê me kir, gelek kêfxweş bûn, îro em dibînin leşkerên hikûmeta Iraqê jî bi heman şêweyî bi mirin û êşa me şad dibin. Piştî van rastiyan baweriya me bi hikûmeta Iraqê nemaye.
“Em ê axa xwe biparêzin”
Emşê Şengalî da zanîn ku divê gel rabe ser piyan û axa xwe ji neyaran biparêze û wiha got: “Hikûmeta Iraqê her roj bi şêweyekê êrîşî me dike, weke jinên Êzidî em tu caran rê nadin wan ku axa me dagir bikin. Em dev ji keda bi hezaran şehîdên ku ji bo axa me jiiyana xwe ji dest dane bernadin. Em dibêjin bi hêza Xwedê û Tawisê Melek, em ê bi ser bikevin. Banga min ew e ku gelê me li hemberî van êrîşan rabe ser piyan û ji bo axa xwe têbikoşe.”
“Em rê nadin fermaneke nû”
Berdevka Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Caklîn Xanesorî helwesta xwe li hemberî hikûmeta Iraqê wiha anî ziman: “Hikûmeta Iraqê, ji bo ku asayîş û tevahî hêzên me ji holê rake xwe di nava Şengalê de bi cih dike. Em weke gelê Şengalê vê yekê napejirînin. Beriya ku hikûmeta Iraqê were Şengalê, me dixwest peykerê şehîd Zerdeş li Şengalê me daniya lê destûra vê yeke nedan. Ev kiryar jî sekna wan a li hemberî gelê Şengalê nîşan dide. Ew naxwazin li Şengalê sembolên egîdên me hebin. Weke jinên Şengalê em ê her dem li ser biya bin û em rê nadin ku careke din fermanê li serê Şengalê rakin.”