Wênekêşa Îranî Fatameh Aali hat qetilkirin
Wênekêşa ji Buşehrî Fatameh Aail hat qetilkirin. Hat destnîşankirin ku kujer hatiye girtin û hat ragihandin ku di nav mehek de du wênekêş li eyaletê hatine qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Fatameh Aali ya li eyaleta Buşehr ê Îranê çar sal bû wênekêşiyê dikir, bi awayekê hovane hat qetilkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên heremî hatine bidestxistin, di bedena Fatameh Aali de, gelek darbên amûrên birandinê û kêran hatine dîtin. Hat xuyakirin ku Fatamah Aali ji bo wêne bikşîne ji mala xwe derketiye û dûre hatiye qetilkirin.
Hat destnîşankirin ku li bajarê Buşehr ê Îranê di nav mehekî de du kesên wênekêş hatine qetilkirin û kujer hatiye girtin.
Kujerê ku Fatamah Aali qetil kiriye di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku wî bi riya telefonê bi dehan caran wê tacîz kiriye û wî bi xwe ew kuştiye.