Ayfer Koçak: Mijara dersên hilbijartî wekî nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî çand û zimanê Kurdî ye

Seroka Şaxa Hejmar 3 a Egîtîm Senê Ayfer Koçak, der barê mijara di saziyên perwerdeya qedemeya duyem de di hilbijartina dersên hilbijartî de birina xwendekar ber bi dersên olî ve û nebûna dersên Kurdî ji ajansa me re nirxandin kir.

 
ELÎF AKGUL
Stenbol- Pêvajoya hilbijartina dersên hilbijartî yên di heyama perwerdeya 2022-2023’an de li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî tên dayîn, di heman demê de nîqaşên birina xwendekaran ber bi dersên olî û nebûna dersên zimanê Kurdî jî bi xwe re anî. Li gorî sepanê xwendekar dikarin ji bo dersên hilbijartî yên Kurmancî û Zazakî jî di bin navê "Ziman û Zaravayên Zindî" de serlêdan bikin divê dersên ku 10 xwendekaran serlêdan kirine jî bên dayîn.
Di vê pêvajoyê de Platforma Zimanê Kurdî (PZK), Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD), Tora Ziman û Çanda Kurdî û sendîkayên din xwestin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bang li xwendekar û malbatan kirin ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin. Pisporên ziman ên li ser medyayê li ser Kurdî dixebitin ragihandin ku ew ê alîkar bin ji bo xwendekarên ku van dersan hilbijerîn.
Egîtîm Sen: Rêveberên dibistanan ên li ser navê dayik û bavan dersan hildibijêrin sûc dikin
Egîtîm Senê ku dema nîqaş berdewam dikirin li ser serlêdana dersa hilbijartî daxuyanî da, diyar kir ku berê pêkanînên rêveberiyên dibistanan bi hinceta nebûna mamosteyan hewl didan dersên bi naveroka olî bên hilbijartin û hema bêje vê yekê bi şert dikir, di çapemenî û raya giştî de xuya bibû di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: “Tevî ku divê di hilbijartina dersên hilbijartî de pîvana sereke eleqe û qabiliyeta xwendekar be jî di her heyama hilbijartina dersê de, bi hinceta rewşa mamoste û kêmasiya derfetên fizîkî, xwesteka tenê hin dersên berê hatine diyarkirin bên hilbijartin mijarê ke nakok e. Sedema nebûna mamosteyan bi tayînkirina mamosteyên ku nehatine tayînkirin bi hêsanî nikare jî holê were rakirin.” 
Sendîkayê van îfadeyan kar anîbû: “Wekî ku berê gelek caran hatiye kirin divê rêveberên dibistanan ên li ser navê dayik û bav û xwendekaran ders hildibijêrin, zanibin ku sûc dikin û li gorî wê tevbigerin.”
“Rêveberiyên dibistanan xwendekaran ber bi dersên olî ve dibin” 
Têkildarî mijarê Seroka Şaxa Hejmara 3’emîn a Egîtîm Senê Ayfer Koçak ji ajansa me re axivî û diyar kir ku pirsgirêk pirsgirêkek sîstemî ye tevî hemû hişyariyan jî rêveberiya dibistanan zarokan ber bi  hilbijartina dersên olî ve dibe û ev yek jî tenê bi zextên civakî dikare bi dawî bibe.
Ayfer Koçak a ku dibêje; “Rêveberiyên dibistanan ji bo dayik, bav û xwendekarên xwe her tim xwedô feraseta weke 'Ev mamosteyê/a me heye, hûn dikarin van dersan hilbijêrin' pêk tînin,” diyar kir ku tevî mamosteyên di vî warî de hewl didin jî ji ber ku daxwaznameyên xwendekaran ji bo dersên hilbijartî ji rêveberiya dibistanan re diçe, “rêveberî di vê mijarê de însiyatîfa xwe pêk tîne, yan rêveberî dersan diguherîne yan jî ji xwendekaran re dide guherandin.” Ayfer Koçak wiha berdewam kir:
“Mînak li navçeya Kagithaneyê li kreşên zarokan ên di koma 5 salî de hê nû dest bi dayîna dersên olî tê kirin. Li lîseyan rojên înê li tevahiya dibistanê, li bexçe û korîdarorên wê dê ezan were xwendin em niha bi vê mijarê re eleqedar dibin. Ango hewl didin zarokan û çanda heyî li dibistanê ber bi dersên olî ve bibin. Mijara dersên hilbijratî jî bi vê awayê ye.” 
Ayfer Koçak destnîşan kir ku mijara astengkirina dersên hilbijartî ku bi kurmancî û zazakî derketiye pêş, ji bilî van dersan dersên xebatên civakî jî dihewîne, der barê zimanê Kurdî de jî diyar kir ku ev pêkanîn ji nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî çand û zimanê Kurdî ne cuda ye.”
“Dersa bijarte ya Kurdî di xala dawî de ye lê ji xwe ew jî nayê bicihanîn” 
Ayfer Koçak destnîşan kir ku zimanê bi milyonan mirov pê diaxivin di mufredatê de wekî dersa hilbijartî dibe di esasê xwe de “xaleke paşverû ye” û got: “Helbet daxwaza me ne ev e. Lê heta niha jî her tim astengkirina wê, mafê xebatê yê kesên ku di vî warî de dixebitin ji holê radike. Mamosteyên ku ji beşên mamostehiya Kurdî mezûn bûne rasterast ji vê pirsgirêkê bi bandor bûne.” Ayfer Koçak got ku pirsgirêk ew e ku pergal bi rastî tiştên zarok dixwazin bi azadî pêk bînin yan na û pirsgirêka ku dayik û bav şansê wan heye yan nîn e dersa ku dixwazin bixwazin e yan na û wiha berdewam kir: 
“Di rastiyê de pêvajoyek wiha nayê meşandin. Ew li ser mamosteyên heyî yan jî potansiyela mamosteyên ku rêveberiya dibistanê pêşbînî kiriye ku werbigire dimeşe. Ji ber ku ji xwe li dibistanan mamosteyên kadro têra xwe nîn in. Dersên hilbijartî bi piranî li ser mamosteyên ku bi pere hatine girtin tên birêvebirin. Ev pirsgirêka mamostehiya bi pere jixwe pirsgirêkek bi serê xwe ye. Van mamosteyên bi pere jî bi gelemperî ji dersên olî yan li ser peywirê digrin. Dem bi dem ji mizgeftan jî meleyên bi wezîfeyê dihatin şandin jî çêbûn.”
“Divê Wezareta Perwerdeya Neteweyî mamosteyên Kurdî tayîn bike” 
Ayfer Koçak bi gotina “Ger perwerdeya neteweyî di xaleke wiha paşverû de jî qebûl bike ku zimanê Kurdî wekî dersa ku bi rastî jî were hilbijartin e divê li gorî wê tayînkirina mamosteyên Kurdî were kirin” û wiha axivî: “Niha li vî welatî zêdeyî 120 hezar kêmasiya mamosteyan heye. Em mijara dersa hilbijartî li aliyekî bihêlin, ji bo dersên mecbûrî jî tayînkirina mamosteyan di wexta xwe û têrker de nayê kirin. Ji ber vê yekê pirsgirêkek giştî heye û mijara dersên hilbijartî jî beşeke wê ye."
Ayfer Koçak diyar kir ku di vê xalê de berpirsyarî dikeve ser civakê û destnîşan kir ku divê dê û bav ji bo vekirina kursên ku dixwazin li dibistanan bên vekirin, werin cem hev ger nebe daxwazên dayik û bavan ên şexsî dê nayên dîtin.