‘Em ê perspektîfên Rêber Apo bikin bingeha xebata ji bo aştiyê’

Endama koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Macîde Hesûn têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê got: “Peyam û perspektîfên Rêber Apo ji bo me destûra jiyana azad û demokratîk e.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî demeke dirêj ji tecrîda li Gireva Îmraliyê ye, hevdîtin pê re hat çêkirin, gelek peyam ji bo gel û jinan şandin. Di Roja Jinan a Cîhanê de 8’ê Adarê nameyeke taybet ji bo jinan şand.

Abdullah Ocalan di peyama xwe de gelek xalan tîne ziman û dibêje; “Pêvajoya komunalîst a demokratîk rewşa nûjen a civakbûyîna jinên pêşeng e ku destûra wî ya bingehîn bi jinan re jiyana efsûnî ye. Her wiha bi bîr dixe ku pirsigrêka jinan ji pirsgirêka Kurd kûrtir e ku wê banga “Aştî û civaka azad” di heman demê de ji bo jinan jî ronesans e."

Li ser wate, girîngî û naveroka peyamê, endama koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Macîde Hesûn, nirxandinên xwe bi me re parve kir.

‘Peyama Rêber Apo vejîneke nû ya ji têkoşîna me re ye’

Macîde Hesûn da diyarkirin ku 8’ê Adara 2025’an bi hevdîtin û nirxandinên Abdullah Ocalan re derbasî qonaxeke nû bû: “Me Roja Jinan a Cîhanî li pey xwe hîşt, bi vê rojê re têkoşîn û berxwedana me ya ji bo azadiyê ket pêvajoyeke nû. Ev yek jî bi hevdîtina ku bi Rêber Apo re çêbû pêk hat ku çawa hemû cîhan ji vê yekê bi bandor bûn, bandora xwe li jinên ku xwe bi felsefeya wî pêçandine jî nîşan da. Bi taybetî peyama ku di roja 8’ê Adarê de ji me re şand, ez dikarim teqez bikim ku weke vejîneke nû ji têkoşîn me ya ji bo azadiyê ye. Tê zanîn ku beriya niha Rêber Apo dîsa bi heman wesîleyê rêgezên jiyana azad û demokratîk ji bo jinan ragihand, bi vê peyamê re careke din riya ber bi aştî, wekhevî û azadiyê ronî bû. Ev perspektîf ji aliyê hemû jinan ve bi coş û kêfxweşiyeke gelek mezin jî hat hembêzkirin.”

‘Dilsoziya jinan a bi Rêber Apo re gihîşt lûtkeyê’

Macîde Hesûn nirxandinên xwe bi balkişandina ser naveroka peyamê wiha berdewam kir: “Rêber Apo ku sazkarê felsefeya azadiya jinan e, bi vê peyamê re ji me re eşkere kir ku têkoşîn û xwedîderketina wî ya li azadiya jinan berdewam dike. Lewre jî dilsoziya jinan a bi serok re bi gotinên wî re gihîşt lûtkeyê.  Tê zanîn ku Rêber Apo dibêje; min pergala azadiya jin nîvçe hişt. Lê ya ku îro derdikeve holê bi pêşengiya jinên Kurd û baweriya bi felsefeya rêbertiya xwe, em ber bi temamkirina vê pergalê ve diçin. Şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî parçeyek mezin ji vê pergalê ye e ku jinan bi pêşengiya di hemû qadên şoreşê de dikaribûn destkeftiyan bi pêş bixin û heta mayînde bikin. Ev jî xwe dispêre perspektîfên Rêber Apo ku îmana wî ji hêz û vîna jinan heye.”

‘Pirsgirêka jin a ji doza Kurd kûrtir wê bi têkoşîna jinan û hêza Rêber Apo çareser bibe’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de tîne ziman ku pirsgirêka jin ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Macîde Hesûn ev xal wiha şîrove kir: “Rêber Apo bi rengekî zelal dîsa bi bîr xist ku bê azadiya jinan civak û pergal nikarin xwe bigihîjînin demokrasî, aştî û azadiyê. Ji bo vê jî ez dibêjim ku vê peyama nû re divê em asta têkoşîna xwe bilindtir bikin û xebatên xwe dorfirehtir bikin. Em dibînin pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê ber bi çareseriyê ve diçe û li parçeyên din ên Kurdistanê jî xebata vê yekê tê kirin. Ger çareserkirina pirsgirêka Kurd ewqas dem û ked xwest, gelo ji bo pirsgirêka jin dê hîn çi pêwîst be! Di vî warî de gavên dîrokî hatine avêtin ger ev sedsal veguherî sedsala azadiya jin û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî hat teyîsandin baweriya me heye ku em ê pirsgirêka jinan jî di asta gerdûnî de çareser bikin. Dê ev yek jî bi xebat, têkoşîn û keda jinan pêk were û di bingehê de jî wê bi pêşengî û hêza Rêber Apo bi serkeftinê tacîdar bibe.”

‘Em ê bi Rêber Apo re destûra cîhana aram û azad a efsûnî ava bikin’

Endama kordînesyona Kongreya Star Macîde Hesûn axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Xala em herî zêde kêfxweşkirin û me vîneke mezin jê girt ku Rêber Apo got; destûra min a bingehîn bi we re jiyana efsûnî ye. Em jî dibêjin peyam û perspektîfên te ji bo me destûra jiyana aştiyane, azad û demokratîk e. Em ê bi vê baweriyê xwe bigihîjînin hemû jinan û vê felsefeyê mayînde bikin û destûra jiyana azad ya efsûnî ava bikin. Jixwe em her dem dibêjin hemû rojên me 8’ê Adarê ne lê li gorî geşedan û pêvajoyê tê jiyîn jî em ê bi peyama Rêber Apo re têkoşîna xwe bilindtir bikin ji bo ku di diyarkirina çarenûsa jinan û gelan de xwedî roleke sereke û pêşeng bin. Ev serdem li me jinan ferz dike ku em hêza xwe mezintir bikin û derfeta di destên xwe de baş bikar bînin. Şoreş a me jinan e û destkeftî jî bi têkoşîna me pêk hatin. Lewre banga me ew e ku em di bin sîwana felsefeya Rêber Apo de yekitiya xwe bi pêş bixin û bikaribin cîhaneke azad, aram û bi ewle ji bo xwe ava bikin. Di heman demê de jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”