Dayika Aştiyê Sakîne Arat hat oxirkirin

Cenazeyê Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hate oxirkirin.

Amed – Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku bi salane di nava têkoşîna gelê Kurd de cih digire, du roj berê li Amedê jiyana xwe ji dest da. Li gorî wesiyeta wê cenazeyê Sakîne Arat li Goristana Yenîkoy Asrî ya navçeya Rezan a Amedê hat definkirin. Dayikên Aştiyê ji gelek bajaran hatin, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Meclîsên Jinan ên DEM Partî û DBP'ê, Partiya Sosyalîstên Bindest  (ESP) tevlî bûn.

Cenazeyê Sakîne Arat a ku wecîbeyên olî yên wê li morga goristanê hat bicihanîn, bi ambûlansê anîn cihê ku lê hate definkirin. Di vê navberê de jinan dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin.

'Xwezî di dilê wê de nemaya'

Piştî definkirinê dayika Aştiyê Mûrûvet Demîr axivî û got, "Daxwaza dayikan her tim aştî bû. Di hesreta xwe de ma. Dilê me şikestî ye, bila êdî dil neşewite. Silavên xwe ji hemû şehîdan re dişînim." 

Dûvre Dayika Aştiyê Nezahat Teke axivî û diyar kir ku her cara ku di tengasiyê de bûne telefonî Dayika Sakîne kirine û gotine ji me re dua bike. Nezahat Teke got, "Belê, helbet em ê hemû bimirin, lê xwezî Dayîka Sakîne bi çavên vekirî neçûbûya û xwezî daxwaza dilê wê aştî pêk bihata. Xwezî di dilê wê de nemaya. Dixwest ku aramî çêbibe. Dilê min diêşe, bila dilê dayikeke din neêşe."

Sersaxiyên ji bo Sakîne Arat wê li Mala Sersaxiyê ya Odabaşi Bal bên qebûlkirin.