Em ê çawa li hemberî qetilkirina jinan têbikoşin?

Parêzer û siyasetmedar Peyman Ezedîn der barê çawaniya pêşîlêgirtina tundîtûjiya li ser jinê de diyar kir ku diroka kuştina jinan heye û divê ji aliyên cûda ve rêyên çareseriyê werin ditîn.

Nevenda Nûçeyan – Kuştin û xwekuştina jinan her ku diçe zêde dibe, yasa û dadgeh nikarin mafê jinan bi dest bixin, berevajî vê yekê yasa û dadgehên ku bi aqilê mêr-dewletê hatiye nivîsandin bi qasî kujeran diparêze qetilkirina jinan jî rawa dibîne. Parêzer û çalakvan dibêjin dosyayên jinan li dadgehê gelek bi hêdî rêve diçin, li gel vê yekê bi hicetkirina belge û şahidan kujerên jinan tên berdan.

Beriya çend rojan dadgeha Silêmaniyê biryara azadkirina bavê Hêlîn û Aware dû keçên ku li Çemçemal hatîn kuştin da. Ev yek bû sedemê nerazîbûnan, jinên çalakvan û Rêxistinên mafê jinan û civaka medenî hefteya kampanya pêşîlêgirtina tundîtûjiya beramberî jinan ragihand. Der barê vê yekê de parêzer û siyasetmedar Peyma Ezedîn di malpera xwe ya fermî ya torên dîjîtal de nivîsek belav kir û da diyar kirin ku çawa wê li beramberî kuştina jinan têbikoşin?

Kuştina jina xwedî dirokek dirêj e

Parêzer Peyman Ezedîn der barê kampanya pêşîlêgirtina tundîyûjiyê de wiha got: “Divê ji beriya her pêngavekê em li beramberî kuştina jinan bi sekinin. Kuştina jinan xwedî dîrokek kevn e, ji ber wê pêşîlêgirtina li dijî kuştina jinan erkek girane û di haman demê de jî cihê pê zanîn û piştgrîkirinê ye. Ji bo bi cihkirina vê biryarê divê li ser encam kar nekin ku kuştina jinekê tenê ye. Girtin û cezadana bikujê jinan ne çareseriya pirsgirêkê ye, di rastî de ji derveyî wê dema tewanbarek cezayê xwe digre çanda kuştina jinan bi dawî nabe. Ji ber wê jî her teşwîqkirina li pişt kuştina jinan mezintir dibe û mirov dikare bêje wê li sêdardana bikuj tirsek ava bibe.”

Çareserî çi ye?

Peyman Ezedin wiha dibêje: “Di her civakê de divê biryarderbe û kar li ser giringiya mafê jinê were kirin. Hemû ew tiştên ku dibin sedemê tundîtûjiya li beramberî jinê tê kirin divê were qedexekin. Divê çavdêrî li ew reklam, stran û diramayan bikin ku bi rasterast yan na rasterast jin û rola wê ya bandorker biçûk dixwe û zimanê dirêj li beramberî jinê pêşdixin. Divê mijara yeksanî û weke yek temaşekirin, hêza mirovan di bernameyên xwedninê de were bi cihkirin û ceza hebe ji bo her nêzîkatiyek ya mamostayan ku cûdahiya zayendperestiyê dijwartir dike. Divê çavdêrî li bicihkirina wê yasayê bikin ku di berjewendiyê jinan de be û bi biryara temîzê û ji bo bi awayek dadperwerane were bi cihkirin. Divê çavdêriya daxwazên mamostayên ayînî ku gotarên li dijî jin û cil û berg û helwestên jinan derdixin were kirin. Divê rê nedin tu kesên ku bi nav û deng bûne tawanên li dijî jinan bikin.”