“Em daxwaz ji rêveberiya Başurê Kurdistanê dikin rê nede dagirkeriyê”
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina xaka Başurê Kurdistanê 6 roj e didomin. Jinên Başûrê Kurdistanê van êrîşan şermezar dikin û daxwaz dikin ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê rê nede, dewleta Tirk were xaka Başûr dagir bike.
Silêmanî - Leşkerên dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê ji 30 kîlometre zêdetir dagir kiriye. Hemwelatî bi çalakiyên cur be cur dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin. Lê belê heta niha hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê qet helwestek nîşanî vê dagirkeriyê nedane. Ev jî di nava gel de bûye sedema fikaran. Jinên Başûrê Kurdistanê li dijî van êrîşan helwesta xwe didin diyarkirin û dibêjin bila Hikumeta herêma Kurdistanê rê nede dewleta Tirk.
“Hikumet rê li dagirkeriyê vedike”
Jina ciwan a bi navê Îman Ehmed helwesta xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk wiha da nîşandan û got: “Li gorî min ev hemû karê hizban e hikumet gelê herêmê bi tiştên din mijûl dike. Ji ber vana êdî nizane ka xaka wan çiqas hatiye dagirkirin. Çend caran dewleta Tirkiyeyê êrîşê xaka Başûr kiriye qet hikumeta herêmê helwestek jî nîşan nedaye. Hikumeta Herêma Kurdistan bi hemû hêza xwe alîkarî dide dewletên dagirker ji bo ku xaka Kurdistanê dagir bikin.”
“Helwesta gelê Kurd heye lê belê ev helweste bêbersiv dimîne”
Peywand Nadir a ku xwendekara zanîngehê ye balê dikşîne ser welatên derdorê ku hewl didin xaka Kurdistanê were dagirkirin, ji ber vê yekê jî hewl didin desthilatdariya xwe xurt bikin û wiha dibêje: “Hikumeta Herêma Kurdistanê bi dayîna agahiyên ne rast berê gel bide ciheke din. Niha êdî ji bîra gelê Kurd çûye ku Kurd in. Divê em Kurd helwestek me ji bo vê mijarê hebe û gelo heta kengê em ê bêdeng bin. Helwesta gelê Kurd heye lê belê ev helweste bêbersiv dimîne. Çend caran vî gelê çalakî li dar xistine û çend caran derketiye kolanan. Heta niha ev helwest hemû bêbersiv mane.”
“Desthilatdar guh nadin tunekirina gelê Kurd”
Jina ciwan a bi navê Roze Rizgar ku xwendekara zanîngehê ye êrîşên dewleta Tirk şermezar dike û wiha dibêje: “Hikumeta Herêma Kurdistanê ji ber bêhelwestiya xwe alîkariya êrîşên dewleta Tirk dike û guh nade ka kî hatiya kuştin ji ber çi hatiye kuştin. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe yên dagirkeriyê dixwaze desthiladariya xwe ya di serdema Osmaniyan de careke din pêk bîne û navçeyên Kurdistanê weke wîlayeta Mûsilê digir bike. Armanca dewleta Tirk ew e ku komkujiyek weke ya Ermeniyan li ser Kurdan pêk bîne.”
“Em hewl bidin welatê xwe azad bikin”
Herî dawî Dayika bi navê Naz dide diyarkirin ku divê desthilatdar êdî li beramberî van dagirkeriyan bêdengiya xwe bişkînin û dibêje: “Em hewl bidin welatê xwe azad bikin û bila hikumet di warê mafên gel de êdî bêdeng nemîne. Gelê Kurd li ser mijarên torên civakî mijûl dikin da ku agahiya wan ji xaka wan nemîne.”