‘Em bang li civaka sivîl dikin ku jîngehê biparêzin’

Bi zêdebûna pirsgirêkên jîngehê li Tûnisê û zêdebûna binpêkirinan, nemaze di van salên dawî de, Foruma Tûnisî ya ji bo Mafên Aborî û Civakî bang li civaka sivîl kir ku ji bo parêzvaniya çêtir ji bo hemû pirsgirêkên jîngehê bixebitin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Tûnis niha ji gelek binpêkirinên jîngehê êşê dikşîne, vê yekê hişt ku komele û çalakvanên jîngehparêz zextê li rayedaran bikin da ku çareseriyên guncaw bibînin, ji ber ku sînorkirina wan a xebata li ser astek herêmî di asta pêwîst de serkeftî nebû.

Endama Forûma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê Rîhab El-Mebrûkî diyar kir ku ev forum bi hemû şaxên xwe pirsgirêka jîngehê dişopîne û wiha got: “Zêdebûn û kombûna pirsgirêkên jîngehê hişt ku forum bang li civaka sivîl a çalak di warê jîngehê de bike ku ji bo parêzvaniya çêtir ji bo hemû pirsgirêkên jîngehê bixebite. Hemû aliyên pêwendîdar ji civaka sivîl, çalakvan, tevgerên jîngehparêz û mexdûrên gilî û binpêkirinên hawirdorê di forumeke neteweyî de hatin cem hev û li ser rewşa jîngehê ya Tûnisê û riyên kêmkirina bandorên li ser avhewayê hatin nirxandin.”

Di forumê de gelek mijarên li ser jîngehê hatin nîqaşkirin

Rîhab El-Mebrûkî eşkere kir ku wan di forumê de li ser gelek mijarên ku bi pirs û mafên jîngehê û çarçoveyên qanûnî yên ku wan verast dikin ve girêdayî ne nîqaş kirin û wiha pê de çû: “Em hewl didin mafê her kesî yê av û jîngehek saxlem bixin bin temînatê û ji dewletê daxwaz dikin ku li dijî guherîna avhewayê şer bike û ji bo pêşerojek domdar a bê gemarî tedbîrên pêwîst bigre. Di pêşniyaran de bang li biryarderan hat kirin ku pirsgirêka jîngehê bikin pirsgirêkek sereke.”

‘Edaleta civakê bêyî edaleta civakê nabe’

Di warê qirêjiya hewa û axê de Rîhab El-Mebrûkî wiha got: “Ji ber kiryarên neqanûnî yên kargehên pîşesazî bikaranîna bêserûber a çavkaniyên avê û avêtina bermahiyên wan di okyanûsê de, me bang li dewleta Tûnisê kir ku girîngiya pêwîst bide dosyaya jîngehê û mafên jîngehê. Edaleta civakî bêyî edaleta jîngehê nabe. Di forumê de hat xwestin ku cotkarên piçûk û deryavan di navenda aktoran de li hember bandorên guherîna avhewayê, guhertina radîkal a di polîtîkayên avhewa de û ragihandina rewşa awarte ya avhewayê de cih bigrin.”

Li ser siyaseta jîngehê û çarçoveya qanûnî Rîhab El-Mebrûkî wiha anî ziman: “Forumê teqezî li ser pêwîstiya sererastkirina Qanûna Jîngehê bi formûlasyonek qanûnî, giştî, razber û girê daye kir. Divê kar ji bo afirandina siyasetek yekgirtî ya zagonî, piştgirîkirina prensîba tevlêbûna qanûnî, perwerdekirina dadweran, di nav de Dozgeriya Komarê, di warê qanûnên jîngehê de û avakirina beşên pispor di dadweriya jîngehê de bê kirin.”