Li Dihokê agir bi kampa Şarya ya penaberên Êzidî ket

Duh şev agir bi kampa Şarya a penaberên Êzidî ya li Dihokê ket. Di encama şewatê de tu ziyanên canî çênebû, lê konên penaberan şewitîn û ziyana madî çêbû.

Navenda Nûçeyan - Li Dîlokê duh derengiya şevê agir bi kampa Şarya a penaberên Êzidî ket. Piştî bûyerê agir ji aliyê tîmên agir kuj ve hate vemirandin û kontrolkirin. Di encama şewatê de tiştek bi kesê nehat, lê çadirên penaberan şewitîn û ziyana madî çêbû.

Hêjayî gotinê ye kampa Şarya li bajarokê Sêmêlê ya girêdayî Dihokê ye û di sala 2014’an de piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê gelek Êzidiyên li Şengalê li wir bicih bibûn. Niha jî ji ber astengiya PDK, xelkê Êzidî yê di wargehan de nikare vegerin Şengalê.