10 girtiyên li girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê girtin

Li girtîgeha jinan a Îzmîr Şakranê bi hinceta ku tevli greva birçîbûnê bûne, li 10 jinên ku di navbera wan de hevseroka HDP’ê ya berê ya bajarê Îzmîrê Berna Çelîk jî heye cezayê hucreyê yê 11 rojan hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Li 10 jinên li girtîgeha Şakrana Îzmîrê ku tevli greva birçîbûnê ya dorveger a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne 11 roj cezayê hucreyê hat birîn.

Girtiyên ku 11 roj cezayê hucreyê girtine ev in: Hevseroka HDP’ya berê ya bajarê Îzmîrê Berna Çelîk, Ayşe Kayra, Esma Başkale, Rahşan Aydin, Mesîl Demîralp, Azîme Işik, Mehtap Kiyar, Hediye Ozturk, Fîgen Şahin û Esmer Ayas.

Li ser koguşa A-8 îşkenceya derûnî

Li aliyê din girtiyên siyasî yên li koguşa A-8 dimînin, ji malbatên xwe re gotin ku ji roja çalakiyên li Wanê yên li dijî xespkirina şaredariyê dest pê kirine ve heta niha, her roj gardiyanek her 15 deqeyê carekê mazgalê vedike, xawliyên şil û tûpa agir nîşan dide wan tacîz dike. Girtiyan diyar kirin ku mehê 3 caran li koguşên wan lêgerîn tên krin, her car çop û xwarinê dirijînin erdê û bi muameleyên ji derveyî rûmeta mirovan re rû birû dimînin.