Elîf Ege: Hêviya jinên li herêma erdhejê pir xurt e

Ji Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afatê Elîf Ege diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî hêviya jinên li herêma erdhejê gelekî xurt e û wiha got: “Derdora konan jî bi tiştên ku ji malên xwe tînin xweş dikin. Bi hêviya jiyanek nû ava bikin hewl didin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afatê Elîf Ege, piştî du erdhejên mezin ên di 6'ê Sibatê de navenda wan Mereşbû, ji bo piştgiriya jinan çû herêma erdhejê. Koma ku li Semsûr û Hatayê bi vedana 'kona jinan' pêdiviyên jinan diyar kirin, xwe gihand bi hezaran jinan. Dilxwaza Koma Piştevaniyê Elîf Ege diyar kir ku jinên bi wan re di nava piştgiriyê de ne, ji bêhêvîbûnê zêdetir bi biryar in jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

Ji roja ewil a erdhejê vir ve li qadan e

Elîf Ege got ku weke Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afatê ji roja yekem a erdhejê ve heta niha xwe bi rêxistin kirine û çûne qadên erdhejê û diyar kir ku ji 6'ê Sibatê û vir ve bi jinan re di nava piştevaniyê de ne. Elîf Ege, da zanîn ku bi gelek komên xebatê re bi awayên cuda ji bo piştgiriya jin, zarok û LGBT-Î’yên ku ji erdhejê bi bandor bûne dixebitin û diyar kir ku bi "konên jinan" ên li bajaran hatine vedan, bi jinan re dicivin.

'Karaseta lehiyê mexdûriyetê zêde kir'

Elîf Ege da zanîn ku bi jinan re hinek caran di konê jinan de û hinek caran jî di konê xwe de li hev dicivin û sohbetê dikin û anî ziman ku ew bi diyarkirina pêdiviyên jinan re di nava piştgiriyê de ne. Elîf Ege bal kişand ku beşên herî zêde di erdhejê de mexdûr bûne jin û zarok in û destnîşan kir ku karesatên lehiyê yên pêk hatine vê mexdûriyetê zêdetir kiriye.

'Newekheviya zêdetir bû’

Elîf Ege wiha axivî: “Tişta ku em li vir dibînin, bi rastî jî bi barana baranê re rewş girantir bû. Me dît ku jin ji rewşên karesatê çawa zêdetir bi bandor dibin. Newekheviya zayendî û tundiya li ser jinan jixwe tê zanîn lê belê em dibînin ku di pêvajoyên karesatê de ev rewş kûrtir û girantir bûye. Me ev yek di şewbê de jî dît dîsa di erdhejê de jî heman tişt heye.”

'Jinên ku di konan de dijîn çawa ji xew radibin dest bi xebatê dikin'

Elîf Ege, diyar kir ku jin ji erdhejê vir ve li şûna pêdiviyên xwe bala xwe didin ser nîzama li konê û pêdiviyên zarokên xwe û da zanîn ku jinên di konan de dijîn çawa ji xew radibin dest bi kar dikin û ev yek heta êvarê berdewam dike. Elîf Ege da zanîn ku di vê qonaxê de ew bi avakirina tora piştgiriyê pêdiviyên jinan bi cih tînin û wiha axivî:

“Em dibînin ku mêrên kar dikin derdikevin derve lê yên kar nakin li hundir jixwe li benda xizmetê ne. Jinên ku ji Sûriyeyê hatine hene lewma jinên ku jiyana kampê dîtine û piştre pergalek ava kirine ne, di vê erdhejê de vê yekê jî winda kirin. Ev pêvajoyek pir dirêj e. Pirsgirêka herî mezin a jinên ku tên cem me keda ku didin e û dibêjin ku ev yek nayê dîtin. Xwedîkirina zarokan, cilşûştin û paqijkirin, ev yek hemû di nava konê de gelek zehmet e. Tişta sereke ya em li vir dikin ew e ku bi wan re vê yekê biaxivin.”

‘Hêviya jinan pir xurt e'

Elîf Ege, da zanîn tu saziyeke dewletê ya ku piştgirî bide jinan nîn e û got ku tevî hemû zehmetiyan jin bi hêviyeke mezin dixwazin jiyanê ji nû ve ava bikin. Elîf Ege destnîşan kir ku jinên ji pêkhateyên cuda jî pirsgirêkên cuda dijîn û wiha axivî:

“Bi taybetî carna çend mal neçar dimînin di konan de bijîn. Em dikarin bi zelalî bibînin ku tundiya bi vê yekê re çiqas zêde bûye. Di vî mijarê de tu mekanîzmaya piştgiriya dewletê yan jî saziyên wî nîn e. Tu mekanîzma û agahiyên ku jin serî lê bidin tune ye. Ji ber vê sedemê jin li vir terkî qedera xwe tên kirin. Ez naxwazim bêhêvî bim ji ber ku hêviya jinên li vir pir xurt e. Ez dikarim bibêjim hawirdora konan bi tiştên ku ji malên xwe tînin xweş dikin. Bi hêviya ku ji xwe re jiyana nû ava bikin, hewl didin. Jin li vir ne bêhêvî ne, hewl didin jiyana xwe ji nû ve ava dikin.”