Elahe Kolaei bang li jinên Îranî kir
Li Îranê, li hemberî dûrxistina jinan a ji zanîngehan bertekek din jî ji çalakvana mafên jinan û profesor Elahe Kolaei hat.
Navenda Nûçeyan – Li îranê ji werzîşê heta polîtîka û jiyana rojane hewldanên dûrxistina jinan ji qadên jiyanê zêdetir dibin. Li hemberî vê yekê roj bi roj bertek jî zêdetir dibin. Girêdayî mijarê profersora zanîngehê û çalakvana mafên mirovan Aleha Kolaei, cudakariya zayendî ya li Îranê kûr dibe û bêçalakbûna jinan a li parlamentoyê rexne kir.
Elahe Kolaei destnîşan kir ku parlemento di mijarên kûrbûna cudakariya zayendî, sînordarkirina mafên mirovî yên jinan de bi erkên xwe ranabe û bertek nîşan nade û bi gotinên “Hewldanek ji mafên xwe yên bi dest xistine bêparhiştina jinan, mafên wan ên civakî, siyasî û aborî binpêkirin, bi awayekê pergalî ji jiyanê dûrxistina jinan mijara gotinê ye” diyar kir ku divê li hemberî tiştên tên jiyîn baldarî hebe.
Elahe Kolaei bi bîr xist ku li parlamentoya Îranê komeke biçûk a jin tê de cih digrin heye û bi gotina “Li meclisê cihê jinan ji sedî 5 6 derbas nekir. Di salên dawî de ev daneyeke pir kêm e” bang li jinan kir ku bi awayekê çalak siyasetê bikin.
Ji hiqûqê heta siyaset û parlamentoyê divê jin çalak bin
Profesor Elahe Kolaeli bi bîr xist ku her roja derbas dibe azadiya biryardayîn û hilbijartinê ya jinan tê sînordakirin û destnîşan kir ku jin di pegalên biryarê de ji bo xwe çiqas cih vekin dê ewqas bigihîjin mafên xwe û her wiha da zanîn ku divê li hemberî vê yekê jin berxwedêr bin. Elahe Kolaei bang li jinan kir ku ji hiqûqê heta siyasetê, zanîngeh û parlamentoyê jin çalak bin.