Efrîn 7 sal in bi ebedîbûna darên zeytûnê li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide
Pela dara zeytûnê, di Tofana Nûh de bi berxwedana xwe bûbû sembola ebedîbûnê. Li Efrîna ku her dera wê bi darên zeytûnan şîn û bi keda jinan navdar ê; di 7’emîn salvegera berxwedanê de hê jî agirê şoreşê venemiriye.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Dara zeytûnê di tevahiya serdemên dîrokê de bûye sembola pîrozî, bereket, zanebûn, edalet û pakiyê. Vê sembolê di hemû pirtûkên pîroz de cihê xwe girtiye, darên zeytûnan, di navbera pîroziyên ebedî de ne. Kantona Efrînê ya Rojava, bi her bosta axa xwe bi van darên pîroz xemilandiye. Efrîna ku xwedî 51 hezar hektar erdê çandiniyê ye; ji sedî 30 zeyta Sûriyeyê ji wê derê tê girtin. Li kantona ku ji 20 milyonî zêdetir darên zeytûnan hene, sabûn û zeyt lê tê çêkirin. Mêwên tirî, darên sêv, hinar, gûz, porteqal, behîv, xox û erûngan hene. Her wiha ceh, genim, nîsk lê tên çandin. Efrôm 7 sal in li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî têdikoşe, bi salan e darên wê li dijî tofana ku li wan dişkîne li ber xwe dide.
Êrîşên bi organîze
Dewleta Tirk bi salan e îmze avetiye bin bi dehan komkujiyan. Di her yekê ji wan de ku mirov dibêje ‘ewqas jî nabe’ lê ber çavên hemû cîhanê kir lê tu yek ji wan bi qasî ya li Efrînê bi organîze nebû.
Dewleta Tirk navê êrîşên ku 20’ê Çileya 2018’an li dijî Efrînê dest pê kir danî “Hereketa Şaxa Zeytûnê.” Bi van êrîşan re li Efrînê sûcên mezin kir; mirovan qetil kir, jinan revand, girt û bi deh hezaran mirovan ji axa wan neçarî koçberiyê kir. Li wan axên ‘pîroz’ mirovên ji derve anîn bi cih kir. Di Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser a Rojava, kantona Efrînê îlan kir. Bi avabûna Rêveberiya Xweser, li bajar, saziyên parastin, aborî, siyaset, demokratîk û perwerdeyê zêdetir bi pêş ketin. Hemû gel, bawerî, jin, di meclis û komînan de cihê xwe girtin. Gel xwe bi xwe birêve bir. Di sala 2016’an de Federasyona Bakurê Sûriyeyê hat îlankirin. Efrîn jî herêmek di nava vê federasyonê de bû.
Bajarê jinan
Efrîna di dîrok û çanda xwe de şopên jinan vedişêre, bi Şoreşa Rojava re, vî aliyê xwe zêdetir nîşan da.
Efrîn di heman demê de bi navê bajarê jinan hat pênasekirin. Ji Rojavayê Kurdistanê, di nava kesên destpêkê tevli tevgera azadiya Kurd bûn de, jinên Efrînê hebûn. Li Efrînê piştî destpêkirina şoreşê, jinan di warê perwerde, parastin, siyaset, aborî, çand, çapemenî û hwd. de xwe gelek bi pêş xistin. Di sala yekem a şoreşê de, jinên Efrînê malên jinan, meclisên xwe, akademiya jinan ava kirin, di warê aborî de hem jî giştî de gelek projeyên xweser ava kirin. Di dema Şoreşa Rojava de mafên hemû jinên Efrînê xistin bin temînatê. Pirzewacî û zewicandina zarokan hat qedexekirin. Şervanên YPG û YPJ’ê yên Efrînê ne tenê di parastina Efrînê de, di hemû pêngavên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatin lidarxistin de cihê xwe girtin. Di 20’ê Çileya 2018’an de bi destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê re 58 roj Berxwedana Serdemê berdewam kir, şervanên YPJ’ê û jinên Efrînî pêşengî ji vê berxwedanê re kirin.
Demografiya hat guhertin
Di nava 7 salên dagirkirinê de li Efrîna ku navenda Kurdan bû, ji serî heta dawî şopên jinan li ser hebûn, êrîşên li ser nasname û demografiyê domiyan. Dewleta Tirk, li Efrînê li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê meşand, hewl da kirasê nasnameya Tirk-sunî lê bike. Navê kolan, dibistan, qad û bi dehan mekanên Kurdî guherand û navê Tirkî û Erebî li wan kir. Gelheya Kurd a li Efrînê, bû ji sedî 20, pêleke mezin a koçberiyê rabû. Di serî de ji Gutaya Rojhilat û Îdlibê, ji cihên cuda yên Sûriyeyê malbatên çeteyên ji Tirkiye, Filistîn û Iraqê, di nav de ji 648 hezarî zêdetir kes anîn li Efrînê bi cih kirin. Di vê çarçoveyê de 18 malên mêtinkar û 5 kamp hatin avakirin.
Efrîniyên ku li bajarê xwe man, bi komkujî, talan, îşkence, tecawiza dewleta Tirk re rûbirû man. Ji ber wê yekê piştî çendek neçar man ji bajar derbikevin. Bi zorê li ser gel ola îslamê hat ferzkirin. Beriya dagirkirinê li bajar 1000 xirîstiyan diman, niha tenê çend kes mane. Hejmara Êzidiyên li bajar diman, ji 25 hezarî zêdetir bû, niha bûye du hezar.
Bi sedan bûyerên binpêkirinê hatin qeydkirin
Dewleta Tirk û çeteyên wê, heta sala 2024’an 706 kesên sivîl qetil kirin, li ser bi sedan kesan şîdetê kirin, bi dehan kes ber bi xwekuştinê ve çûn. Ji 9 hezarî zêdetir sivîlên ku hezar û 200 ji wan jin, 600 jî zarok bûn hatin revandin. Tenê di sala 2024’an de dewleta Tirk bi balafirên bê mirov gelek caran êrîşê herêmê kir, di wan êrîşan de 25 jin û 45 zarok hatin qetilkirin. Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî de 14 kesên ku di navbera wan de jin û zarok jî hebûn hatin revandin.
Jin di hedefê de ne
Li cihên di bin dagirkeriyê de bi zagonên şerîetê, jinan ji hemû mafên wan bêpar dihêlin. Li gorî daneyên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê, ji serê salê heta Mijdara sala 2024’an, li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de; dewleta Tirk û çeteyên girîdayî wê 50 jinan qetil kirin, 53 ji wan revandin, 40 jinan jî birîndar kirin. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê 20 zarok qetil kirin, 28 zarok revandin, 70 zarokan jî birîndar kirin. Her wiha 148 mêr qetil kirin, 478 mêr revandin, 97 mêran jî birîndar kirin.
Bi êrîşên çeteyan ên 27’ê Mijdara 2024'an li Helebê dest pê kirin re, dewleta Tirk û çeteyên wî, li dijî Şoreşa Jinan dest bi êrîşên nû kirin. Ji ber êrîşên dagirkirinê, bi hezaran Efrîniyên ku ji cihê xwe koçber bûbûn û li Şehba û Tilrifetê diman, careke din ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî ketin riyên koçberiyê. Minbic piştî ku ket destên dewleta Tirk û çeteyan, jin hatin qetilkirin, neçar man ji cihê xwe bibin. Ji 27’ê Mijdarê ve heta niha dewleta Tirk li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe didomîne. Di wan êrîşan de 15 jin û 19 zarokan qetil kir. Yek ji wan zarokan jî ya 7 salî bû. Piştî ku li Minbicê rastî tecawiza çeteyên girêdayî dewleta Tirk û SMO’yê hat wê qetil kirin. Di êrîşan de herî kêm 24 zarok û 7 jin birîndar bûn. Pevçûnên ji 27’ê Mijdarê ve dest pê kirine hê jî didomin. Yek ji cihên ku berxwedana dîrokî lê heye jî bendava Tişrînê ya girêdayî Tebqayê ye. Kesên ku ji bajarên cuda yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê diçin bendva Tişrînê nobetê digrin, bendava ku çavkaniya herî girîng a enerjiyê ye, û axa xwe bi fedayî diparêzin. Di çalakiya nobetê ya ku heta niha 12 kes bûne hedefa êrîşan û mirine, ji 60’î zêdetir kes jî birîndar bûne hê jî didome.
Dar hatin şewitandin
Ji destpêka êrîşan ve heta niha 3 milyon û 919 hezar darên fêkiyan û yên daristanan birandine, ji bo êzingan hatine firotin. Çeteyan 12 hezar qada hektar, şewitandin. Artêşa Tirk û çeteyên wê, dest danîne ser 4 hezar dikanên aydê Efrîniyan û 10 hezar malên wan. Çete, leşker, polîs û meclisên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, ji xwediyên darên zeytûnan û xwediyên berhemên çandiniyê, baca ku di navbera ji sedî 10 ji sedî 50 de diguhere ferz dikin. Bi rêbazên, gef, şantaj û hovane bacê ji gel girtin, kesên nexwestin malên xwe biterikînin, gefa mirinê li wan xwarin û qetil kirin.
Mekanên dîrokî hatin tunekirin
Efrîniyên ku ji neçarî ketin riyên koçberiyê, di riyan de jî ji êrîşan rizgar nebûn. Di êrîşên li ser Efrînê de gelek cihên dîrokî yên di lîsteya UNISCO’yê de bûn hilweşandin. Gelek cihên weke Eyn Dara, Perestgeha Nebî Hûrî, Şikefta Duderî, Gora Mar Maron û cihên din bûn hedefa êrîşan. Li Efrînê nêzî 75 cihên dîrokî, embar, ji 15 zêdetir gorên kesên ji mezhebên cuda texrîb kirin, veguherandin bazara ajalan.
‘Em dest ji doza xwe bernadin’
Efrînî dema behsa êrîşan dikin bi gotinên; ‘Pêşî êrîşê jinan kirin’ nîşan didin ku çima wan hedef girtine. Destpêkê jinên ku bi destên xwe jiyana azad ava kirin, hedef girtin. Ev yek jî tesaduf nîn e, bi zanîn e. Jinên jiyanê ava kirin dijminên dewleta Tirk in. Daneyên ku bi bîlançoyan hatine dayîn nîşan didin ku tevî êşên ku dil wan ranake, aqil qebûl nake jî jinan ji bo Efrînê dest ji berxwedanê bernedan. Bi hêviya ku rojek vegerin axa xwe, dijîn, bawer dikin ku ew ê tiştên li dû xwe hiştine ji nû ve şîn bikin. Ji ber wê ye ku Henîfe Abdo ya 90 salî ya ji ajansa me re axivî û behsa Efrînê kir, tevî salên derbas bûne jî baweriya xwe ya bi serkeftinê tîne ziman. Henîfe Ebdo têkoşînê hilbijartiye bi gotinên; “Em Efrîna xwe naterikînin, dest ji riya xwe bernadin” diyar dike ku ew dixwaze axa wan azad bibe. Jinên ku xeyalên wan hemû li ser Efrînê ne, bêguman dê rojek, tiştên di bin darên zeytûnan de hatine jiyîn, bi hembêzkirina qurmê darê vebêjin. Bêguman dê jin li cihê wan darên pîroz ên jêkirî, yên nû daynin û li benda şînbûna wan bin.
Vejîna bi darên zeytûnan...
Yek ji efsaneyan bi gotinên; “…Û mirov bi zeytûnê ji nû ve diwelide” behsa Tofana Hz. Nûh dike. Xwedayê ku dibîne benî ademê ku xuliqandiye, li rûyê cîhanê tovên xirabiyê direşînin, biryar dide ku bi tofanek wan ceza bike. Ji hz. Nûh dixwaze keştiyek çêbike, li keştiyê ji her ajalek paqij, 7 mê û 7 jî nêr, ji yên ne paqij jî du mê û du nêr û ji çûkan jî 7 mê û 7 nêr bar bike. Dûre tofana mezin radibe, ji hz. Nûh û zindiyên di keştiya wê de pêve hemû tiştên li rûyê erdê bi tofanê re diçin. Dema ku tofan disekine, hz. Nûh ji bo ku bibîne av kişiyaye yan na, kevokek ji kuleka keştiyê, bi aliyê ku roj diçe ava ve berdide. Ji ber ku av nekişiyaye, kevok vedigere keştiyê. Hz. Nuh, piştî heft rojan careke din kevokê berdide. Kevok vê carê di devê xwe bi pela zeytûnê ya ku nû jêbûye, vediger. Wê demê hz. Nûh fam dike ku av ji rûyê erdê kişiyaye. Kevoka ku pela zeytûnê di devê xwe de girtiye, ji wê rojê ve heta niha bûye sembola hêvî, bereket, firehî û aştiyê. Dara zeytûnê ya li dijî hêza tuneker a tofanê li ber xwe da sembola ebedîbûnê ye.”
Jinên ku li dijî hemû xirabiyên Efrînê dorpêç kirine sekinîne, tevî êrîşên dewleta Tirk jî dê rojek vegerin bajarên xwe yên ku bi ked û têkoşîn ava kirine. Jin dê bi berxwedêrî û ebedîbûna darên zeytûnan bibin sembola vê sedsalê.