ECRF: Cezakirina Emal Fethî peyama çavtirsandina jinan e
Komîsyona Misrê ya ji bo Maf û Azadiyê, piştrast kir ku cezayê girtîgehê yê dane çalakvan Emal Fethî xelekek nû ji rêzefîlmên bêdengkirina jinê ye.
Navenda Nûçeyan- Komîsyona Misrê ya ji bo Maf û Azadiyê (ECRF) ragihand ku Dadgeha El-Neqid a li paytexta Misrê Qahîreyê biryara binçavkirina çalakvana mafên mirovan Emal Fethî ya ji bo salekê erê kir.
Komisyonê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku dadgeha El-Neqid, ku qonaxa dawî ya dozê ye di Zagona Misrê de, biryara berê ya derbarê Emal Fethî de habibû dayîn ku du sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji du salan daxist salekê. Her wiha komisyonê destnîşan kir ku cezakirina jinan a ji ber bilêvkirina êş û ziyanên xwe yên derûnî û bedenî ku rojane pêre ru bi ru dibin necidiyeta desthilatdarên Misirê di şerê li dijî tawanên tundiya li dijî jinan diyar dike.
Di daxuyaniyekê de, Komîsyona Mafên Mirov şopandina jinan ji aliyê rayedaran ve û ferzkirina çavdêriyê li ser wan û li ser naveroka ku ew bi rêya internetê an rêyên din ên ragihandina ramanê pêşkêş dikin şermezar kir û gotin ku cezakirina Emal Fethî ji bo salekê xeleke nû ji rêzefîlma hedefgirtina civaka sivîl temsîl dike." Her wiha bang li rayedarên Misrî kir ku berpirsiyarên xwe yên navneteweyî bi cih bînin ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinê û tawanên destdirêjiya zayendî û destnîşan kir ku li şûna jin bên darizandin, divê jîngeheke bi ewleh ji wan re were ava kirin.
Li şûna sûcdar, cezakirina mexdûr
Emel Fethî, a 37, ku wekî "Rexnegira destdirêjiya zayendî" tê nasîn, çalakvana Komîsyona Maf û Azadiyan (ECRF) û parêzvana mafên mirova ye, di sala 2019'an de ji ber xebata xwe ya wêrek a derbarê parastina mafên mirovan û şermezarkirina tundiya li ser jin xelata Bruno Kresky wergirt.
Çalakiya Emal Fethî ya ku demeke dirêj girtina çalakvanan şermezar dikir û li ser hesabê xwe yê şexsî li ser malpera medya mecazî ya Facebookê di Gulana 2018'an de dîmenek weşandibû û tê de gotibû ku ew rastî tacizkirina zayendî hatiye, rexne li civaka Misrê û rayedaran kiribû, ji ber vê yekê ew hat binçavkirin.
Li şûna parastina wê û peydakirina jîngeheke ewle ji wê re, dadgehê di 29'ê Îlona heman salê de derheqê wê de bi hinceta belavkirina nûçeyên derew û xwedîkirina malzemeyên nebaş biryara cezaya du salan li gel 10,000 lîreyan (pereyên Misir ) lê birî. Her wiha dayîna 20 hezar lîre ji bo rawestandina pêkanîna cezayê heta îstînafa dadgehê di doza 7991ê ya sala 2018'an.
Biryara îstînafê zû hat, di 30'ê Kanûna 2018'an de, dadgeha îstînafê biryara derbarê çalakvana ku li doza hejmara 621'an a 2018'an a Ewlehiya Dewletê hatibû zêdekirin, erê kir. Piştî binçavkirinê ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê, rewşa tendûristî ya Emal Fethî xirab bû. 2 roj beriya biryara derbarê wê de bi tedbîran serbest hat berdan.