Ebru Gunay li cihê Nobeta Edaletê got: Tu cînayet di tarîtiyê de namîne
Heyeta HDP'ê ji bo piştgirî bide malbata Şenyaşar a ku nobeta edaletê li ber bariyerên polîsan didomîne çû Rihayê. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay bi gotina; "Tu cînayet di tariyê de namîne" diyar kir ku ew ê malbata Şenyaşar bi tenê nehêlin.
Riha - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin ket roja xwe ya 579’emîn. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbata ku hat ber avahiya edliyeyê, li ber bariyerên polîsan rûnişt û dest bi nobetê kir.
Hejmarek zêde ji partiyiyan serdana malbara Şenyaşar kirin
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Serokwekîlê koma Meclisa ya HDP'ê Nîmetullah Erdogmuş, parlamenterên Rihayê Ayşe Surucu û Nusrettîn Maçîn, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê û gelek endamên partiyê serdana malbatê kirin. Malbatê, şande bi nivîsa “edalet” a di destên wan de pêşwazî kir. Ferît Şenyaşar kaxizên ku “edalet” li ser dinivîsîn bi bariyerên hesin ên polîsan ku ji bo dorpêçê danîne ve kirin. Şandeyê demek bi malbatê re Nobeta Edaletê girt.
“Edalet ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin”
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di serdanê de axivî, bertek nîşanî dorpêçkirina polîsan a qada nobetê ya bi bariyeran da û wiha got: “Edalet ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Malbat nêzî 600 roj in di nobetê de ye lê hê jî tê dorpêçkirin. Ev nêzîkatiya desthilatdariyê ya edaletê ye. Edalet îro li pişt barîkatên polîsan xwe vedişêre. Di dosyayê de her tişt heye lê tê veşartin. AKP bi mafyayan re dixebite. Tu cînayet di tarîtiyê de namîne, dewlet dixwaze di tarîtiyê de bihêle.”
“Faîlê sereke yê komkujiyê niha di meclisê de ye”
Ebru Gunay bal kişand ku faîlê sereke yê komkujiyê niha di meclisê de di nav refên AKP’ê de rûdinê û wiha axivî: “Edalet rizî ye. Li şûna ku polîs malbatê binçav bikin bila biçin ji wekîl û ji kujeran hesab bipirsin. Ji ber AKP bûye çete dixwaze ser bûyerê binixûmîne. Em dizanin ku ‘wezîrê karên sûc’ çawa pêşiyê li ber komkujiyan vedike. Bila vê baş bizanin, em ê piştgiriya ji bo malbatê bidomînin. Heta ku edalet were em ê têbikoşin. Ev edalet ji bo me hemûyan lazim e. Me malbat qet tenê nehişt û em ê nehêlin jî.”
Şande piştî demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt, ji qadê rabûn û çûn.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê jî ev parve kir: “Qada ku em nobeta edaletê digrin weke herêma bi ewle hatiye îlankirin! Têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê 579 roj in didome.”