Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin

Li ser giliyê polîsekî, bi îdiayên “heqaret” û “Li dijî polîsan li ber xwe daye” doz li Emîne Şenyaşar a ku çalakiya xwe ya ji bo edaletê didomîne hat vekirin. Danişîna yekem a dozê wê di 5’ê Mijdarê de were dîtin.

Navenda Nûçeyan- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar ji hêla xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişê bi birîndarî rizgar bûbû; li Enqereyê berdewam dike. 

Di dema çalakiyan de ji ber axaftinan, der heqê Emîne Şenyaşar de gelek doz û lêpirsîn hatibûn vekirin, dozeke din jî lê hat vekirin. Vê carê di çalakiya Nobeta Edaletê ya di 7’ê Cotmeha 2022’an a li pêşiya Edliyeya Rihayê de malbata Şenyaşar pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesê edalet” daliqandibû. Polîsan pankart anîn xwarê û malbatê jî bertek nîşan da. Ji ber vê bertekê bû mijara dozê.    

Dema polîsan pankart jêdikir, Ferît Şenyaşar bertek nîşan dabû û hatibû derbkirin. Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî polîsên kurê wê derb kiribûn dabû. Piştî bûyerê, Ferît Şenyaşar der heqê polîsan de bi sedemên “Bi awayekî derqanûnî talîmat hatine dayîn”, “Peywira xwe ya cemaweriyê xerab bi kar anîne”, “Birîndarkirina bi zanebûn” û “Gefxwarinê” li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê serlêdana sûc kiribû.

Polîs gilî kir

Ji polîsên ku bûyerê mudaxele kir, Melîke Ayyildiz jî der heqê Emîne Şenyaşar de bi îdiayên “Heqaret” û “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê serlêdana sûc kiribû. Piştî serlêdana polîs, lêpirsîna ku hat destpêkirin temam bû. Di îdianameya ku hat amadekirin de dîmenên ku polîsan kişandine weke delîl li dosyayê hatin bicihkirin. Di îdianameyê de her wiha rapora der heqê polîs Melîke Ayyildiz de ku dibêje “Destê wê hindik meriçî ye” jî cih girt. Di îdianameyê de ji ber îdiaya “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” ji 6 mehan heta 3 salan ceza hat xwestin, ji ber îdiaya “heqaretê” jî ji 3 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê ji bo Emîne Şenyaşar hat xwestin. Danişîna ewil a dozê wê di 5’ê Mijdarê de were dîtin.