Doza Peymana Stenbolê: Li Dadgeha Bilind danişîna girseyî
Dîtina danişîna dozên ku ji bo betalkirina Peymana Stenbolê hatibûn vekirin dest pê kir.
Enqere - Danişîna derbarê 10 dozên ku ji bo betalkirina Peymana Stenbolê hatibûn vekirin li 10. Daîreya Dadgeha Bilind dest pê kir. Doza Peymana Stenbolê ya ku ev demeke dirêj e jin têdikoşin didin, li salona konferansê ya 550 kesî ya Dadgeha Bilind tê dîtin. Ji bilî parêzerên ji her çar aliyê Tirkiyeyê hatin, nûnerên saziyên gazinker û gelek endamên rêxistinên jinan beşdar bûn. Ji bo beşdarbûna dozê ji 70 zêdetir buroyan nêzî hezarî parêzer belgeya erkdariyê pêşkeş kir.
Ji bo dozê tevlîbûna girseyî
Dema ku ji bo doza jin di şopinîn tevlêbûn zêde bû gelek parêzer û jin ji derveyî salonê man. Li ser hişyariya serokê dadgehê, talîmat hat dayîn ku heta cihên vala bên dagirtin, bila her kes bigrin hundir. Li ser vê yekê gelek kes girtin hindur, lê dîsa ji ber ku cih tije bûn kesên ku nikarîbûn bikevin hindûr hebûn. Yên li salonê jî li ser derenceyan rûniştin. Serokê dadgehê dest bi danişînê kir û got, "Di dîroka Dadgeha de cara ewil em bi saloneke wiha qerebalix re rû bi rû ne."
Dozên dê îro werin dîtin
Danişînên ku dê îro bên dîtin, sazî û kesên gilîker wiha ne: Komeleya Jinan a 29’ê Cotmehê , Baroya Enqereyê, Serap Yazici, Partiya Pêşerojê, Buşra Marangozoglu, Baroya Amedê, Baroya Tekîrdagê, Baroya Dîlokê, Baroya Erziromê, SES, Baroya Tekîrdagê.
800 belgeyên destûrname hat pêşkêş kirin
Ewil e Seroka Komeleya Jinan a 29’ê Cotmehê Şenal Sarihan mafê axaftinê girt. Şenal Sarihan da zanîn ku ev doz dozek dîrokî ye, wekî Komeleya 29'ê Cotmehê 800 belgeyên destûrnameyê pêşkêşî parêzerên ku xwestin beşdarî danişînê bibin dan û wiha axivî: “ Em ji bo jin li her qadê xwe bi awayekî wekhev îfade bikin û yên xwedî meyla zayendî ne, bi salan e têdikoşin didin. Jin bi pêvajoya meşruyetê dest pê kirin û mafên pir girîng bi dest xistin. Em jin li gorî vê fermanê tevgeriyan, sedem pêşket û daxwazên me guherin. Em ji bo wekhev bin û nebin mexdûrê tundiyê li mala xwe û cihê xwe ya kar têkoşin da. Em li Meclîsê û li qadan tiştên ku em dixwazin anîn ziman. Em li malê rewşa “mêrê malê mêr e” guhert. Ev hemû ji bo parastina rûmeta mirovahiyê ya jinê bû. Ne tenê destkeftiya jinên Tirkiyeyê bû destkeftiya hemû cîhanê bû.”
“Hiqûqê pêk bînin”
Şenal Sarihan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez jî parêzerek pir kevnar im, lê tu rûniştin bi vî rengî nebû. Divê hûn bi rastî jinên li vir rûniştî û rawestayî bibînin. Divê hûn wan bibihîzin ku hemî bi hev re diqîrin. Divê hûn van hemûyan bi hev re bibînin ku dibêjin 'Ev qanûn girîngiyek jiyanî ye'. Di sala 2021’an de 280 jin hatin qetilkirin. Di nava 2 mehan de 90 jin hatin qetilkirin. Ya ku em diparêzin di esasê xwe de mafê me yê jiyanê ye. Ger em nikaribin mafê xwe yê jiyanê biparêzin, tu qîmeta mafên din nîne. Ji vir şûnde biryara betalkirinê bidin û zêde dereng nemînin, ji ber ku her roj 4 jin tên kuştin ev hejmar dibe 8 jin. Hiqûqê pêk bînin." Gotinên Sarihan li salonê bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Parêzer Oya Aydin Goktaş a li ser navê Komeleya Jinan a 29’ê Cotmehê mafê axaftinê girt, wiha axivî: “Di jiyana xwe ya pîşeyî de cara yekem e ku ez ê bi dengekî lerzok parastina xwe bikim. Em wek parêzerên keçên Sûriyeyî yên biçûk ên di temenê biçûk de hatin firotin û ji bo Munevver Karabulut û Şule Çet li vir in. Haya me jê heye ku tu dozeke ku biryarê bide ku biryara vekişîna dozê ji Peymana Stenbolê guncaw e tune ye. Bûyerek ku wê biryar bê dayîn ka ew li gorî Destûra Bingehîn e. Dengê me li hemû cîhanê hat bihîstin. Ti peymaneke navneteweyî negihîştiye ewqas mirovan. Dirûşmeya me ya vê peymanê heye, 'Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.' Ji ber ku peyman li vê xakê çêbû."
Jin rastî mudaxeleya polîsan hatin
Parêzerên din ên di dema axaftina Oya Aydin Goktaş de mafê axaftinê girtin, diyar kirin ku jin li derve rastî mudaxaleyan tên. Polîs anîn e. Em dixwazin jinên li derve bixin salonê. Serokê dadgehê jî wiha bersiv da, "Eger em her kesî bînin vir, salon wê hilweşe." Jinên ku li dijî serokê dadgehê îtîraz kirin bersiva “Em ê derkevin derve û hevalên xwe bînin û bên” û gelek parêzer derketin derve. Serokê dadgehê bersiv da, "Em dikarin wekîlên 50 saziyan bigirin, lê ji bilî vê em nikarin wan bigirin, ewlehiya we jî dikeve xeteriyê." Li ser vê yekê kesên li salonê biryar bi çepikan protesto kirin. Li ser bertekan hemû jinên li derve girtin hundir.
“Rayeya Serokkomar nîne”
Parêzer Oya Aydin Goktaş a axaftina xwe domand bal kişand ser nebûna rayeya Serokomariyê û wiha got: " Tu kes nikare rayeya ku ji Destûra Bingehîn dernakeve bi kar bîne.”
Li ser navê Komeleya Jinan a 29’ê Cotmehê wek seyemîn parêzer Ebrû Bese axivî. Ebrû Besê der barê jinên penaber de wiha got, "Peyman mafên koçber û penaberan jî bike bin ewlehiyê" û xwest biryara vekişînê bê betalkirin.
“Em biryara vekişînê qebûl nakin”
Parêzeran têkildarî doza ji aliyê Baroya Enqereyê ve hatî vekirin jî mafê axaftinê girtin. Li ser navê Baroya Enqereyê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sagkan axivî. Parêzer Ceren Kalay Eken. Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê Parêzer Ceren Kalay Eken jî wiha got: “Peyman aîdê hemû jinan û mexdûrên tundiyê ye, lewma em biryara vekişînê qebûl nakin. Tu meqam nikare bi biryara xwe ji xwe re rêziknameyek qanûna bingehîn bîne. Ev dijî qanûna bingehîne, em dixwazin demildest jî vê biryar gav şûnde bavêjin û daxwaza me ya betalkirinê bê qebûlkirin.”
Danişîn bi axaftina jinan berdewam dike.