Doza girtina KCDP’ê: “Em bi milyonan in, ew çend kes in”
Piştî ku doza girtinê li dijî Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigrin hat vekirin, ji platformê Melek Ari ji ajansa me re axivî.
ELÎF AKGUL
Stenbol- Der barê Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigrin (KCDP) de doza girtinê hat vekirin. Melek Ari ya ji platformê ji ajansa me re axivî, wiha got: "Ji ber ku em ji raya giştî re dibêjin ku piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê, bi parvekirina giştînameyan re dê ev kar pêk neyên, me hedef nîşan didin.
Hincet “malbat e”
Li gorî daxuyaniya KCDP’ê, li dijî komeleyê “daxwaznameyên gilî yên muxtelif ji aliyê dadgehê ve gumaneke xurt a sûc ava kirine. Daxwaznameyên mijara gotinê ji serîlêdanên nivîskî yên wekî, “komele di bin navê parastina mafên jinan de, têgîna malbatê ji nedîtî ve tên û pêkhateya malbatê parçe dike” pêk tê. Her wiha di dosyayê de li dijî rêveberên komeleyê, gelek lêpirsînên ku veneguherîne dozê û sûcên pêk neanîne jî di nav de jimareyek qeydên zabitayan lîste kirine.”
Di daxuyaniya ku ji aliye komeleyê ve hat dayîn de ev îfade cih digrin: “Bi van îdiayên neqanûnî yên tu bingehên wan tune ne, li dijî me hewldana pêkanîna sûc, di çarçoveya hiqûqa heyî de jî pir bi êş e. Dema em bang dikin ku hêzên siyasî, dozger û dadgeh ji bo jinan erkên xwe bînin dikin, ew tercîh dikin ku muxatabên vê mijarê bi dozên wiha vala re bikin hedef. Hemû raya giştî dizane ku di vê erdîngariyê de Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigrin li pêşiya her edliyeyê çalakî li dar xistiye. Ji bo me ev doz ne dûrî têkoşîna jiyanê ya jinan û têkoşîna wekhevî û azadiyê ye.”
“Em 12 sal in têdikoşin”
Ji Platformê Melek Ari ji ajansa me re axivî, wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di vê têkoşîna ku 12 sal in em didomînin de, dema em her meh van daneyan berhev dikin, her roj li dijî dadgehan û meqamên darazê ji bo rawestandina cînayetên jinan û tundiya li ser jinan têdikoşin, jin ji bo mafên xwe yên herî bingehîn, mafê jiyanê têdikoşin ne mimkûn e ku ne jin ne jî LGBTÎ+ dest ji têkoşîna xwe berdin.”
Melek Ari dibêje ew bi îdiayên “Di bin navê parastina mafên jinan de, em têgîna malbatê ji nedîtî ve tên û pêkhateya malbatê parçe dikin” re rû bi rû ne, wiha got: “Em hemû çalakiyên xwe vekirî pêk tînin. Dema ku em ji bo rawestandina cînayetên jinan û mirina bi guman a jinan, têdikoşin xwe li pişt tu rûpoşê venaşêrin. Pêwîstiyek me ya wiha jî nîn e” û axaftina xwe bi van gotinan domand:
“Hikûmet îro ji Peymana Stenbolê vekişiya, piştre jî hewl dide bi weşandina giştînameyan tiştên din bike û hewl dide nîşan bide ku li şûna Peymana Stenbolê gavan diavêje. Lê em rastiya vê ji nerawestandina cînayetên jinan, li ser mirina jinan a bi guman dibînin. Tu gavên rasteqîn neavêtin û di hemû nûçeyên ku cînayetên jinan û tundiya li dijî jinan de dibînin. Em dizanin ku her çendî li hemberî kuştina jinan nerazîbûnek civakî dest pê kiribe jî hemû civak wê li hemberî têkoşîna me û dozên bêheq û nehiqûqî yên li dijî me hatine vekirin li cem me be.”
“Me ev komele bi xizmên jinên ku hatine qetilkirin re ava kir”
Melek Ari bi gotinên; “Bi rastî jî hewl didin hemû têkoşînên civakî biçûk bixin û radîkal bikin” axaftina xwe domand û wiha got: “Me bi xizm û malbatên jinên hatine qetilkirin re ev têkoşîn da destpêkirin. Damezrînerên komeleya me ew malbat in, me bi wan re ev komele ava kir. Ji ber vê yekê ji bo kesên ku hewl didin me wekî radîkalên marjînal nîşan bidin ev bersiva herî baş e.” Melek Arî axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Em dizanin ku ji me fedî dikin. Di ferqa hêza me de ne. Helbet ji ber ku em hemû rastiyan bi raya giştî re parve dikin, em tiştên ku ew dikin vala derdixin, ji ber ku em ji raya giştî re dibêjin ku piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê, bi parvekirina giştînameyan re dê ev kar pêk neyên, me hedef nîşan didin. Lê ew her çiqas hewl bidin me bikin hedef jî em bi milyonan in, ew çend kes in. Heta ku yekitî, rêxistinbûn û têkoşîna me ya berdewam li hemberî wan hebe, ne dikarin me ne jî civakê bitirsînin.”