Doza Denîz Poyraz sibê ye

4’emîn danişîna doza Denîz Poyraz dê bê dîtin. Parêzeran dixwazin daraz bêalîbûna xwe bipareze.

Navenda Nûçeyan-  Darizandina Onur Gencer ê ku êrîşî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir dê berdewam bike. 4'emîn danişîna dozê dê sibê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê dîtin.

Li dadgehê hemû daxwazên parêzerên ya heta îro ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin. Li dadgehê derbarê daxwaznameyên ku ji bo eşkerekirina kesên alîkariya Onur Gencer hatine kirin de hîn tu pêşketin nehat jiyîn.

Di danişîna dawî ya dozê ya di 29'ê Nîsanê de hat dîtin de heyeta dadgehê biryara navberê ku ji bilî 5 parêzeran nehişt parêzerên beşdarî dozê bûne ji bersûc rê pirsan bikin asteng dike girt. Li ser biryarê parêzeran ji heyetê xwestin ku ji dosyayê vekişe yan jî reda dadgerî bike. Lê her du daxwaz jî dîsa hatin redkirin.

Cihê dadgeran hat guhertin

Dadgerên ku seroktiya dadgehê kirin, Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) bi biryarnameya esasî edlî û îdarî ya sala 2022’an cihê wan ê peywirê hat guherandin û tayînî Dadgeriya Karşiyakayê hat kirin.

Parêzeran ji darazê xwestin ku bêalî tevbigere û di vî warî de xebata ji bo darizandinê pêk bîne, bang li nûnerên baro, saziyên hiqûqî, rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl kirin ku beşdarî rûniştina dozê ya dê sibê bê dîtin bibin.