Xalîde Botî : Mafê jinan di destûrê de pêdiviyek bingehîn e
Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Xalîde Botî diyar kir ku divê destûra nû ya Sûriyeyê prensîba wekheviya di navbera jin û mêran de di hemû maf û erkên xwe de, bêyî cudakariya li ser bingeha zayendê, bi awayekî zelal destnîşan bike.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Ji ber ku gelê Sûriyeyê piştî salên şer û êşê dixwaze paşerojek dadmendtir û aramtir ava bike, pêwîstiya bi destûrek nû ku daxwazên hemû beşên civakê nîşan bide û mafên bingehîn ên mirovan ji bo her kesî, bi taybetî jinan garantî bike, di asta herî bilind de dibe. Mafên jinan di destûra nû de dê nîşaneyek girîng a pabendbûna dewletê bi wekhevî, edaleta civakî û pêşkeftina berfireh re be.
HTŞ piştî hat desthilatê bêyî vîna hemû pêkhateyên Sûrî esas bigre, destûreke nû derxist. Danezana Destûrî tenê xizmeta sûnî û yek pêkhate dike û xwe li ser imhakirina pêkhateyên din bihêz dike. Di heman demê de piştî têkoşîna jinan a 15 salan û ji encamê wê têkoşînê hilweşîna Rêjîma BAAS’ê bû, di Danezana Destûrî ya Şamê de vîna jinan û baweriyên din tuneye. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongra Star Xalîde Botî ji ajansa me re axivî.
‘Destûra niha destûrek olperest û nijadperest e’
Xalîde Botî, da zanîn ku ev destûra hatiye avakirin li gorî kesayetan hatiye avakirin, li gorî şoreşê û li gorî hemû pêkhateyan nehatiye avakirin. Xalîde ev destûr mîna destûrek ne demokratîk pênase kir û wiha domand: “Divê ev destûr xizmeta hemû pêkhateyan û şoreşa Sûrî bike. Destûra berê jî yek alî bû. Mafê pêkhateyên din û mafê jinê tunebû. Nerînên gel û pêkhateyan li ber çav nedihat girtin. Rol û mîsyona jinê di nava hikûmetê û destûrê de tunebû. Destûra niha jî heman destûra berê ye. Ev destûrek olperest e. Destûrek nijadperest e. Di navbera destûra niha û berê de ferq tuneye.”
‘Jinan di hemû qadên jiyanê de mînaka hêzê nîşan da’
Xalîde balkişand ser şoreşa jinan a li Rojava û destnîşan kir ku jinan mohra xwe li vê şoreşa 15 salan xistiye. Xalîde bi bîr xist ku jinan ji bo xwe zagon ava kirine û pêşketinên di van 15 salan de bi van gotinan vegot: “Jinan gelek destkeftî bi dest xistin. Derfet ava kirin ku jin karibin xwe bi rêve bibin. Jinan di qada leşkerî de rolek girîng di xalaskirina cîhanê ji terora DAIŞ’ê de lîstin û bûn mînak. Niha di destûra nû de rol nedaye jinê. Ev destûr li Rojava nayê qebûlkirin û pejirandin. Ji ber ku jinan li vir ji bo azadiyê xwîn rijandiye û ked daye. Jin vê yekê qebûl nakin.”
‘Divê vîna hemû bawerî û pêkhateyan di destûra nû de bê qebûlkirin’
Xalîde da zanîn ku lê îro hikûmeta Şamê destûreke nû ya bêyî vîna jinê derdixe û destnîşan kir ku di vê destûrê de tu heq û mafê jinê tuneye. Xalîde diyar kir ku hikûmeta demkî bi vî rengî bidome, ewê Sûriye rastî qeyranên nû bê û wiha pê de çû: “Li Sûriyeyê gelek bawerî û civak hene. Êzidî, Şîî, Elewî, Durzî hene. Mesîhî hene. Aşûrî, Sûryan, Kurd û Tirkmen hene. Gelek pêkhate û bîr û bawerî hene. Divê vîna hemû bawerî û pêkhateyan di destûra nû de bê qebûlkirin. Divê hemû li berçav bê girtin. DJvê mafê hemûyan bê parastin.”
‘Hêzdarkirina jinan di warê destûrî de tê wateya hêzdayîna civakê’
Xalîde tekez kir ku mafê jinan di destûrê de pêdiviyek bingehîn e û wiha got: “Mîsogerkirina bicihkirina dadperwer û berfireh a mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de ne tenê daxwazek jinan e, her wiha pêdiviyek bingehîn e ji bo serkeftina veguherîna demokratîk û avakirina dewletek nûjen li ser bingeha hemwelatîbûn û wekheviyê. Hêzdarkirina jinan di warê destûrî de tê wateya hêzdayîna nîvê civakê, vekirina rê ji bo civakek hevgirtîtir û dadperwertir, ku bikaribe bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne û pêşerojek çêtir ji bo hemû Sûriyeyê ava bike.”
‘Jinan ji bo guhertina sîstemek şoreşger bipêş xist’
Xalîde da zanîn ku Şoreşa jinan ne li ser guhertina takekesan bû, li ser guhertina pergala otorîter bû ku bi înkarkirina mafên pêkhate û baweriyên heyî û cudakariya di navbera zayendan de hêza xwe xurt dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê naskirina mafên jinan di teorîyê de têr nake; divê mekanîzmayên destûrî yên zelal werin bicîhkirin da ku dewletê mecbûr bike ku tedbîrên ji bo pêşvebirina beşdariya jinan di jiyana giştî de bigire. Ev dikare ferzkirina kotayên temsîla herî kêm ji bo jinan di parlamento û encumenên herêmî de, dabînkirina derfetên perwerde û rahênanê, piştgirîkirina jinên gundan û avakirina saziyan ji bo şopandina pirsgirêkên jinan û parastina mafên wan di nav xwe de bigire. Ji bo wê wekî rêxistinên jin têkoşîna me dewam dike û mîsogerkirina wekhevî û edaletê emê her li ser piya bin.”